Di xeleka bûrî da me behsê hindek tişta kirbû yêt ku kesîniya mirovî di nexşînin.
Di vê xelekê da jî dê berdewamiyê deyne mijara xwe. Dê behsê berhevkirina biçwîkî keyn bo jiyana paşerojê û rolê daykubaba di vê çendê da.
Piştî biçwîk ji daykê dibît, dihête dinyayeka dî û gelek tiştêt nwî karê xwe di jiyana wî da diken.
Ji bilî malbatê gelek tiştêt dî karê xwe di kesînî û jiyana wî da diken, ew tişt jî dewruberê wi yê li dervey malê ye.
Daku biçwîk bi rengekê dirust biçîte di civaka derve da, divêt bihête berhevkirin, zaxekê wesa wergirît ku yê mukum bît û li derve hewcey çi tişta nebît, yêt ku wî dikêşine rêkêt xelet. Ew zax jî eveye:-
– Ya ji hemya fertir, pwîtepêkirna deykubaba û evîna wane bo biçwîkî. Heke biçwîkî ji despêkê evîn û pwîtepêdanek di navbera daykubabêt xwe da dît û dîsa jî ew evîn û pwîtepêdan ji wan wergirt, dê ew her yê têr bît bi evînê û kesatiya wî dê ya mukum bît û dê yê piştrast bît di jiyana xwe da, hewcey hindê nabît, ku bikevîte rêkêt xelet da ku wê `xerîzê (xerîza evînê) li dev xwe têrbiket.
Piştî mezin dibît û ji çarçûvê malê derdikevîte derve jî, çi kartêkirnêt xirab ji layê civaka derve û wî dewruberê ew têkeliyê digel diket li ser wî nahêne kirin, belkî beruvajî, dê wî rolekê baş di nav civakê da hebît.
Ew biçwîkê evînê dinavbera daykubaba da nebînît û têr evîn nebît ji layê dayk û baba ve, dê kêmatiyek li dev peyda bît û her delîveka bo helket, ku wê kêmasiye li dev xwe têr biket, dê berê xwe dete wê delîvê û paşî dê kevîte benda xeletiya, bêy ku wî gunnehek di vê çendê da hebît.
Evîn û pwîtepêkirna daykubaba bo biçwîkî rêka dirust bo biçwîkî vediket û baweriyê didetê.
Her ji biçwîkîniyê biçwîk bi hestêt me beranberî xwe dihesîyên. Bila diyarkirna wan hesta ne bi peyva jî bît.
Annette Kast-Zahn di kitêba xwe da ya bi navê ((Jedes Kind kann Regeln lernen)), anku ((Her biçwîkek dişêt fêlbibîte qewaida)), dibêjît:-
((Hwîn dişên hestêt xwe bê peyv jî bigehînine biçwîkî, biçwîkê hewe teysîna di çavêt hewe da dibînît, heku hwîn di hindek cara da bihêz evîna xwe û pêkvegirêdana xwe bo wî diyar dike. Xwetêwerkirneka ji nişka ve, avrîyeka nazik, girnijînek, dema hwîn ji dil destê xwe vêdatînin, eve hemî êkser diçine di dilê biçwîkê hewe da û verêja vî tiştî bo hewe vedigerît. Biçwîkêt me ew şiyana hey ku bi gelek renga hestêt baş li dev me derbêxin. Dê dewraneka posetiv kevîte berahiya me, heke em chavêt xwe bo vekeyn (dihişyar bîn), û dîsa hestêt xwe yêt baş nîşa wan bideyn.))
[1].
Biçwîk çi cara jibîr naket, ka çend cara daykûbabêt wî, (yarî digel wî kirîne, çend cara xwe têwerkirîye, çend şeva digel rwîniştîne û çîrok bo gotîne û êxistîye dinyayeka berfireh ji hizra. Çend cara diyarî bo înayne. Çend cara destxweşî li serkeftinêt wî kirîne û çend cara destê harîkariyê bo wî dirêj kirîye di demê tengaviya da. Çend cara digel xwe birye geriyana. Çend cara jê razîbûyne û çend cara ne. Çend cara qeda vê êxistîne û veçixandîye û qutaye û recimandiye).
Ev kiryare hemî dibine bîrhatin li dev biçwîkî. Hindek cara em wesa hizir dikeyn ku, hema ew gave û dê biçwîk jibîr ket, em nizanîn ku her axiftinek û kiryarek, wekî nexşî dimînine di hizra biçwîkî da û heta mirnê jibîr naket.
Raste biçwîk hindek cara nexweşiyêt xwe jibîra xwe diben û te’idayê li xwe diken, ku digel nexweşiya xwe da bijîn û serkevin, lê di vî demî da twîşî birîndariyeka jinavda ya mezin dibin. Û kartêkirneka mezin li ser jiyana wî ya paşerojê û serederiya wî digel mala wî û zarokêt wî diket. An dê her bi wî destudarî serederiyê digel mala xwe ket, an jî beruvajî, dê serederyeka baş li gel mala xwe û zarokêt xwe ket û nahêlît ew serborêt biserê wî hatîn dubare bibin.
Lewa jî, daku me girêdaneka mukum bi biçwîkêt xwe ve hebît, ya fere em digelda bîn di hemî delîvêt jiyana wan da, palpişt bîn bo wana. Wekî di Rojbona wan da, roja despêkê heku diçine xandingehê, roja wergirtina bawernameya, roja xilas kirna Zanîngehê. Ya fere û gelek ya fere em wextêt xweş her dîsa yêt nexweş digel biçwîkêt xwe parvekeyn. Di suhbet û şeredev û nesaxiya da, Dîsa di helkeftinêt keyfê da jî Yariya digel biçwîkêt xwe bikeyn, hindekê ji wextê xwe bideynê, jiberku, tinê ew wextê em dideyne wan, mifa yê têda hey bo me û wan herduka pêkve û verêja wê di paşerojê da diyar dibît. Heke jî ew delîve ji destê me çû, çu cara nahête bedelvekirin û bi malê dinyayê nahête kirîn.
Li ser vê çendê rojekê kurte çîrokeka bi înglîzî hatibû belavkirin bala min kêşa. Naveroka wê ewbû:- [2]{Biçwîkekî daxaz ji babê xwe kir, ku hindek para bidetê, bab jinwîka ji şolî hatibû û yê westîyay bû, îna xwe li kurkî aciz kir û lêheytand û gotê: te pare bo çine? ma ez mesrefa te nademe te?. Paşî piştî bêhnekê, babî gote xwe:- min boçî lê heytand? Belkî hewhceyeka fer ya pê hey! Îna gazî kirê û gotê:-‚’ te pare bo çine babo’’? Korkî gotê:- ‚’bab min divîya wan para danme ser parêt xwe yêt min vêkêxistîn, da bideme te ji pêş heqê rojeka şolê te, da tu evro bimînî li mal, da ligel me bî.{.
Ya fere daykûbab digel biçwîkî bin, belê çawa û kengî û bi çi rengî, eve ya giringe, hindek cara daykubab yêt li mal jî, belê pa her weku ne li mal.
Lê dîsa dibêjim, ku (merem ne ewe, ku em bîstuçar se’eta bi wan ve bîn û daxazêt wan, ji berku eve jî tiştekê ne duruste, biçwîkî fêldikete hindê ku yê serbixwe nebît di jiyanê da. Dîsa em bixwe, xwe û jiyan û pêtiviyêt xwe yêt taybet di vê gêleşokê da jibîr dikeyn. Ya fere hindek cara bêjîne biçwîkî: (ne) lê dîsa bizanîn, ka çawa wê( Ne) ê bêjîn. Di wê (Ne) ê da em bo biçwîkî diyar dikey, ku em jî di ferîn, me jî hewceyî û pêtivî û taybetiyêt xwe yêt heyn, dîsa wî jî fêldikeyn hindê ku li paşerojê rêzê li hewceyêt xwe bigrît.)
Herweku Jesper Juul [3] di kitêba xwe da ya binavê ((Mann und Vater sein)), anku ((Çawa mirov Zelam û Bab beît)), axiftina wî bo baba ye, dibêjît:- ((daku girêdan dinavbera te û biçwîkê te da biduristî peyda bibît, ya pêtivîye tu gelek wextî digel biçwîkê xwe biborînî. Di tengavî û berfirehiya da digel da bî, di lêknekirnê û şeredeva da, êşa û nexweşiya da, dîsa di delîvêt xweşiyê da, wekî digel da bî heku cara êkê serdikevît. Yariya û keyfê digel bikey. Bi dil û giyan û hizr ve digel da bî ,da ku wî tiştî bideyê yê ku ew pêtivî. Divêt tu rêka biçwîkî vekey ku bigehîte te û bizanît ka tu kî.)).
Biçwîk gelek hez ji daykubabêt xwe diket, ew di çavêt wî da ji hemî tişta mezintirin û bihêztirin û her dem pêkolê diket ku berevaniyê ji wê loka daykubabêt xwe ya bilind biket, heta heke hindek cara sexmeretî wê çendê beramberî daykubabêt xwe bixwe rawestabît, ji ber ku ew Daykubab senbola bilindahiyê û hêzê ne bo biçwîkî.
Carekê min goh li du biçwîka bu, bo xwe yarîk dikirin, di nav yarîka da bo cedela wan, cedela wan ew bo, ka babê kê mezintire. Êkî got: ((Babê min ji çiyay mezin tire)). Yê dî gotê: ((Babê min hindê mezine, digehîte esmanî.)).
Êk ji xerîzêt însanî ewe, ku tişta bi bîrhatina ve girêdidet, ew bîrhatin jî verêja kiryarêt mirovîne beramber mirovêt dî.
Gotina navê kesekî li pêş miovî, an dîtina wî kesî, an heta cih û bêhn, eve hemî bîra mirovî ji wan serederî û kiryarêt wî kesî tînin. Bo mînak biçwîk dê bêjît:- ((Eve wekî bêhna golava babê mine, eve ew cihe ewê min û babê xwe tepkanê lê kirî, an eve wekî wê yarîkê ye ewa dayk û babêt min bo min înay dema ez nacih bûym.)) Lewa jî tiştêt di bîrhatinêt me yêt xweş û nexweş di gel biçwîkî da, karekê mezin li ser jiyana wî diken. Vêca divêt daykubab dihişyar bin di serederiya xwe da di gel biçwîkî, jiber ku hindek bîrhatin dibine egerê xweşî û nesaxiya biçwîka.
Rengê pêkvejiyanê di malê da, ewe mirovî avadiket. Her weku me gelek cara gotina mezina înay ((Çi diçînin, wî dihelînin)).
Dîsa her weku zana yê danîmarkî yê bispor di warê taşandinê û harîkariya Famîliyê da, ( Jesper Juul ) dibêjît:[4]– ((Ew reftar (serederî) ya ku biçwîkêt me di 20 salîya xwe da diken, ne verêja taşandina me ye, lê ji pêkvejiyanê ye di nav malê da. Em 24 se’eta di rojê da, nimoneyîn (metelîn) bo wan, çi em nimonêt baş bîn, an jî yêt xirab.))
Ev tiştê me gotî jî ji hindê têt, ku biçwîk di malekê da dijît, mirovêt wê malê her roj bi serederiya xwe digel êk kartêkirneka mezin li ser biçwîkî diken, ev kartêkirne jî sal bo sal vedicemiyêne serêk heta ku li dwîmahiyê verêja wan diyar dibît.
Her serborreka biser mirovî da diborît, her ji berî jidaykbûnê heta mirinê, hemî dimînine di mejiyê mirovî da û dibine bîrhatin û ewin, yêt ku kesatiya mirovî li paşerojê dirust diken, çi ew serborr dibaş bin, çi jî di xirab.
Lewa jî ya pêtivîye em ji despêkê bizanîn, ka dê çawa û bi çi reng serederiyê digel biçwîkêt xwe keyn. Bila bêhna me ya fireh bît digel biçwîka, nabêjîn biçwîka serberday bikeyn, lê bila em xwe danîne şwîna wan. Ew bîrhatinêt me yêt me digel daykubabêt xwe heyn çi cara ji bîra me naçin.
Her wesa her biçwîkek bîrhatinêt xwe digel xwe dibet heta ku mezin dibît. Heku me xwe dana şwîna biçwîkî, jinwîka dê zanîn bi rengekê dirust serederiyê digel da keyn.
Mal û daykubab delîvê êkê ye, yê despêka jiyanê û serborêt wê bo biçwîkî. Cihê êminahî û piştrastîyêne bo wî. Pêngavkêt xwe yêt êkê di malê da dihavêjît, daku em wan pêngava bo paşerojê bi hêz bêxîn, ya pêtivîye em seqayekê wesa bo biçwîkî di malê da peydabikeyn û delîvêt baş dirustkeyn, ku bişêt di çarçûvê malê da bi azadî hez û hîwayetêt xwe bînîte der û hêdî hêdî fêlbibîte serbixoyê û bawerî bi xwe hebît, her ji pêngavêt despêkê yêt ku di mezelka xwe da dihavêjît heta ku wan biryarêt ew hêdî hêdî di jiyana xwe da didet. Wekî biryara wî, wekî mirovekê serbixwe, bo hez û evînêt xwe. Bo nimone, heke wî xarinek an yariyek, cilkek bivêt an ne, ku bêjît, ku ew biryarê li ser hindê bidet, da li paşerojê fêlbibîte helbijartinê.
Helbijartin û giringîya Helbijartinê:-
Helbijartin ya fere, nexasme di despêka jiyana biçwîkî da, ew jiyana wî ya paşerojê dirust diket, wekî helbijartina hevala, cilka, yarîka, karêt destî, belkî li dwîmahîkê helbijartinêt wî bibine palder bo karê wî û peydakirina pariyê jiyana wî. Lewa ya fere em giringîyê bideyne wan helbijartina û destxweşiyê lê bikeyn, digel hindê jî zêrevaniyeka dirust ji dwîrve lê bikeyn, rêkêt rast û xelet bo diyar bikeyn, da ku bikevine ser rêka dirust.
Helbijatina Hevala:
Piştî malbabê, heval gelek giringin di jiyana biçwîkî da. Ji ber ku Piştî ku biçwîk ji çarçûvê malê derdikevîte derve, anku piştî melke dibît û derdikevîte derveyî malê, çi li rendekê bît, çi li xandingehê, dê kevîte beramberî hindek miovêt dî, ewan jî rolekê giring yê di jiyana wî ya paşerojê da hey.. Ew miov jî, hevalin (hevalêt rendekê, hevalêt xandingehê).
Rolê van hevala jî di jiyana biçwîkî da bi du renga ye:
-Heval dişên bi rengekê baş karê xwe li ser biçwîkî biken û dîsa bi rengê xirab jî. Ew jî weku me gotî di mînîte ser wan hevala û wî dewruberê ew jê hatîn.
Gotineka elmanî dibêjît:[5] (Mirov neşêt malbata xwe helbijêrît, belê pa mirov dişêt hevala, helbijêrît.)
Anku heke mirov çû derve mirov neçar dibît ku di gel havala bihêt û biçît, serderiyê digel da biket, lê heke mirovî dît ku hevalê mirovî yê xirabe, mirov dişêt xwe jê dwîrbêxît û xwe jê bidete paş.
Ne wekî malbatê ye, mirovî bivêt û nevêt ewe malbata mirovî.
Gelek cara behsê hevala tête kirin di nav suhbetêt rojane da. Bo nimone dê bêjîn: ((Heke filan kesî têkeliya hevalêt baş kirba da ew jî yê baş bît)).
An jî: ((Hevalîniya mirovêt pwîç diket, lewa ew jî yê pwîç bûy)).
An jî: ((Hevalê qelê nîkilê wî her yêt gwî ra))[6]. û gelek nimonêt dî yêt hosa.
Disa behse hevalê baş jî yê hatiye kirin di gotina da. Ev gotinêt elmani[7] dibêjin:-
(( Hevalekê baş çetire ji sed mirovêt mirovî)).
Dîsa dibêjin: (( Bê bira mirov dişêt bijît, belê bê heval, ne)).
Dîsa dibêjin: ((Heval ji agir û av û nana fertire)).
Dîsa li ser suhbeta kartêkirna hevala li ser mirovî gotineka Elmani dîsa dibejît: ((Xudê min ji hevalêt min biparêzît, dujmina ez bixwe dişêmê)).
An jî dibêjin: ((Ew kesê wekî heval bikêrnehêt, dê wek dujmin gelek xirabiya ket)).
Ji ber hindê em neşêyn bêjîn ku sedê sed hevala û dewruberî çi kartêkirin li ser kesîniya biçwîkî nîne. Çinku her kesek bi xasletêt xwe ve yêt ku ji verêja taşandina daykubaba wergirtîn, derdikevîte di nav civakê da, çi yê baş bît çi jî ne.
- Harîkariya me bo biçwîkî di helbijartina hevalêt baş da û rêzgirtina me bo vê helbijartinê, dê bo wî mukumiyekê di kesîniya wî da çêket, heku serederiyê jî digel wan hevala diket, dê yê piştrast bît û dê yê serkeftî bît û dê fêlbîte rêveberiyê di jiyana xwe da. Eve jî li dwîmahiyê dê baweriyeka wesa detê, heke subehî bo rêveber li cihekî, an jî karek kir, dê yê serkeftî bît di wî karî da. Jiberku dê yê ji biryarêt xwe û helbijartinêt xwe piştrast bît.
Helbijartina Yarîka:-
-Dîsa yarîk û helbijartina yariyîka gelek ya giringe di jiyana biçwîkî da.Ya ku em nezanîn ewe, ku yarî ji hemî tişta fertirin di jiyana biçwîkî da.
Biçwîk di nav yariyêt xwe da dikevîte dinyayeka taybet, ya pirr ji xeyala.
Gelek tişta di xeyala xwe da dinijînît û diherêfît. Gelek hizir bo wî di nav wan yariya da peyda dibin. Belkî hindek cara xirabkirna yariyeka, (yaku xirabikirna wê li def me gunneheka mezine, ji ber ku me parekê giran yê daye pê), belkî ew xirabkirna wê yariyê dê dergehêt berfireh yêt zanînê bo biçwîkî veket û dê bîte palder bo çêkirna hindek tişta, nedwîre bo ninone, xirabkirin û dirustkirna seyarkekê, teyarkekê, bibîte dergehê hindê ku subehî bibîte endaziyarek.
Her wesa yariyêt dî yêt livînê, wekî yariya tepa piya, bezînê, nedwîre li paşerojê bibîte yarîkerekê mezin û bi navudeng. Gelek biçwîka şiyanêt zarvekirnê yêt heyn, heke em guh bideynê û destxweşiyê lê bikeyn, nedwîre bibine zarveker, akter, derhêner di paşerojê da.
Helbijartina Cilka:-
-Destxweşîlêkirna me bo biçwîkî dema cilkêt xwe heldibijêrît, çi ji layê mudêlê ve bît çi jî renga, dê baweriyê bo wî bi zewqa wî çêkeyn, nedwîre subehî çêkirna cilka bibîte karê wî.
An jî kiçik heku yariyêt bwîka diken û xarnê çêdiken û kiraska bo yarîkêt xwe didurîn, ev yarîke dinyayeka hizra bo wan vediket. Belkî li paşerojê çêkirin û dîzayna cilka bikene karê xwe. Her hosa her karekê dî ne dwîre despêka wî karî ji biçwîkînyê û yariyêt biçwîkîniyê destpêbiket.
-Gelek ya fere em guhê xwe bideyne biçwîkî, rêkê bideynê daku ew jî hizra xwe bêjît. Dergehî bo vekeyn ku digel me bikevîte danustandinê û nêrîna wî bo tişta wergirîn, da ku bawerîyê bo wî peyda keyn, da bizanît, ku ew jî mirovekê giringe û nêrîna wî jî ya giringe û hosa dê wî paldeyne hindê ku hizrê di tişta da biket û qedrê hizra mirovêt beranberî xwe jî bigrît.
-Gelek cara em jibîr dikeyn ku biçwîk roj bi roj mezin dibît û pêngavêt mezin di jiyanê da dihavêjît, nexasme noke di vî demî da, demê e’wlemê.
Em her yê di wê hizrê da, ku em daykubabîn û emîn yêt ku her tiştî dizanin û çi hizir nadene ser hizra me.
-Bila em wê bizanîn, ku dem yê hatiye gohrîn, ew biçwîkê noke ne wekî yê berî chend sala ye, ne wext ew wexte, ne jî pêtiviyêt jiyanê ewin ewêt berê.
Noke biçwîk gelek dişehrezane, ez nabêjim ku divêt rolê daykû baba nemînît, nexêr, her daykûbabin bingehê her tiştekî bo biçwîkî, belê bi rêkêt dirust yêt serederiyê di hemî delîvêt jiyanê da.
-Pêdvîye mirov di biçwîkî bigehît, belkî ya pêtvîye ku hindek pêngava jî pavêjîn, da bigehîne werara jiyana evro, da bişêyn bi rengekê dirust harîkariya biçwîkêt xwe bikeyn.
Da ku biçwîk li paşerojê bibîte mirovekê baş di civakê da, divêt bi van tiştêt me gotîn bihête berhevkirin.
Biçwîk weku me gelek cara gotî, ji dewruberî fêldibît, nexasme daykû baba. Ev fêlbûne jî bi rêka kirnê tête nîşadan, neku bi gotinê.
Em wek dayk û bab nimoneyîn bo biçwîkêt xwe, çi nimonêt baş bîn çi jî yêt xirab.
Heke mirovî qedrê biçwîkî girt, di axiftin û serederiya xwe di gel da, eve mirovî ew fêlkire têgeha qedirgirtinê û me bihayê wî jî nîşada û me du rengêt baweriyê danê,
Bawerîya bi me wek daykubab û nimonêt baş,
Ya duwê jî, baweriya wî bi wî, bi bihayê wî û hebûna wî.. Hosa dê bihayê me di çavêt wî da mezin bît û dê bihayê xwe jî zanît. Li ser vê çendê, dê qedrê me jî girît û di vî çarçûvî da, dê qedrê xwe jî zanît û parêzît. Eve jî dê bîte eger ku li dervey mal jî yê gravî bît û bihayê xwe û txwîbêt xwe bizanît.
-Destxweşîlêkirna me bo serkevtinêt biçwîkî, (bi rengekê wesa ku, ev destxoşîlêkirne ne bîte armanc li dev biçwîkî dema karekê baş diket, lê bibîte palder bo wî, ku xwe pêşbêxît), anku, neku başiyê biket, da ku em emferiya li wî bikeyn, belku emferiya me bo wî, wî pêtir serbêxît, çi di xandinê da çi jî di karekî da. Ji ber ku heke emferî bo armanca wî, dema emferî xilas dibin, êdî kirina tiştêt baş jî dê li dev biçwîkî xilas bît. Dê mesele bîte dan û standin, dê bêjît, ((ma heke kes destxweşiyê li min neket, ma bo çîye ez başiyê bikem)).
-Dîsa harîkariya me bo wî di wan arêşêt di kevne rasta wî, bi dilekê fireh û bi rêka lêpirsînê, ka egerêt wan arêşa çine, û ka bi çi reng em dişên harîkariya wî bikeyn bo nehêlana wan arêşa.
-Bi çi renga biçwîkî nehêlîne bitinê di nav gêleşoka jiyanê da. Harîkariya me bo wî di despêka jiyanê da û fêlkirna wî, ku yê aktîv bît û bişêt rawestîte ser pêt xwe, dê bîte eger ku jiyana xwe bi rengekê dirust birêve bibet.
Ya ku em hindek cara nezanîn, ewe, ku rengê serederiya me digel biçwîkêt me, hizra wan li ser milet û kultorê wan dirust diket û ev hizre jî:
An dê ya baş bît û dê cihê serbilindiyê bît bo wan, ku ew ji filan malê û filan milletîne (Heke daykubab û binemal ya baş bît di serederiya xwe û rengê jiyana xwe da û millet û kultorê xwe di vê serederiyê da bi rengekê can nîşa wî biden.)
An jî dê hizreka xirab bît (heke nimonêt xirab di malê da û di civaka biçwîkî da hebin. Hindek cara dê bîte egerê hindê ku biçwîk xwe ji civaka xwe bidete paş û jê dwîrkevît, ji tirsa hindê ku bikevîte di tengaviya da.
Û bi vî rengî dê ya bizehmet bît ku em bişêyn bi rengekê ciwan û dirust berdewam kulturê xwe nifş bo nifş veguhêzîn û biparêzîn.
Li dwîmahiyê:-
Dengê bilind çava tarî diket û hizrê kore diket û rêka li ber mirovî berze diket. Bila hindek cara em daykubab xwe te’hl û tirş bikeyn, bila ne’îma xwe li biçwîka şîn bikeyn, lê bila ew gav bît, bila em rengê xwe yê can û tama xwe ya daykubabînyê li dev biçwîkêt xwe berze nekeyn. Hemî tişt bila bi rengekê ron û aşkera bo biçwîkî bihête diyarkirin, dwîr ji hewarî û qîrîya, biçwîk jî mirove hestêt heyn, hindî tehemilê biket, dê gavek hêt dê li beranberî me rawestît û dê bi rengekî berevaniyê ji xwe ket û hîngê, dê em xwe êxîne di deravekê dî da. Belkî ew delîve bibine egerê çavvekirna me li ser rastîya me û xeletîyêt me û xeletîyêt me dirust diken, belê pa hindek cara ew tişt êdî fayde naket.
Ne bes em dişêyn tişta nîşa biçwîka bideyn, biçwîka jî şiyanêt heyn xeletîyêt me nîşa me biden. Jesper Juul
[8] di kitêba xwe da ((Mann und Vater sein), serhatîyekê li ser vê çendê vedigêrît û dibêjît:- ((Ez bixwe babekê ne baş bûm di herdu sê salêt despêkê yêt jiyana korrê xwe da. Hergav min qîrî û hewarî lê radihêlan. Hindî jina min ez tembî dikirim, min guhê xwe nedidayê û ez her mame li ser êkuduwa xwe digel korkî, heta rojekê korkê sê salî hindî şiyay ji binê piya qîryek li min rahêla û gote min:- Besse!. Îna wê gavê jinwîka ez şiyam besskem û guhê xwe bidemê. hêdî hêdî min serederiya xwe guhrî.. Û êdî min li wî nekire qîrî. Korrê min harîkariya min kir, ku ez bibime mirovekê mezin, wî harîkariya min kir, ne kesekê dî.))
Ne bitinê biçwîkêt me hewceyî me ne, em jî hewceyî harîkariya wanîn di jiyanê da.
Biçwîk ni’metke bo Daykubaba û berdewamiya wane, herwesa malbat jî cihê êmnahîyê û binecihîyê ye bo biçwîkî, ewe beheşta wî.
Bi serederiya binetarê wê li ser rihetiyê û zanînê, danustandinê û xweşiya pêkvejiyanê di malê da, dê şêyn nimonêt baş berhevkeyn, da civakeka baş û mukum avakeyn.
[1] . Annette Kast –Zahn: Bisporeka Elmane. Diploma zanistêt deronî ya wergirtî . şêretkare di warê taşandiunê û harîkariyê di çawaniya serederiyê digel biçwîka da. Gelek kitêb li ser van babeta yêt nivîsîn êk ji wan kitêba wê (Jedes Kind kann Regeln lernen) ya min kiriyê jêder bo nivîsîna xwe . B.p. 92.
[2] . kurte çîrokek bi inglîzî di feacbook ê da hatibû belavkirin.
[3]. Jesper Juul: zanayekê danîmarkî yê bispor di warê taşandinê û harîkariya Familiyê da, wî gelek kitêb yê li ser vî babetî nivîsîn û belavkirîn û êk ji kitêbêt wî evebo ewa min kirîye jêder bo nivîsîna xwe ya binavê ((Mann und Vater sein)).B.p. 19.
[4] . ( Jesper Juul ) dibêjît: ((Wie sich unsere Kinder als Zwanzigjährige verhalten, ist nicht die Folge unserer Erziehung, sondern unseres Zusammenlebens in der Familie. Wir sind Vorbilder, gute und schlechte, 24 Stunden am Tag)).
[5] Gotinêt mezina yêt elmanî.
[6] Gotinêt mezina yêt kurdî.
[7] .Gotinêt mezina yêt elmanî.