Serrûpel Nûçe “Îran li ser sînorê başûrê Kurdistanê hêz kom kiriye’

“Îran li ser sînorê başûrê Kurdistanê hêz kom kiriye’

Belav bike

Saluki zêdetir e ku hêzên PJAK û komara îslamî ya Îranê bi navbeynkariya PKKê û başûrê Kurdistanê di rewşek agirbestê de ne.

Berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yên PJAKê Arwîn Ehmedîpûr ji Rûdawê re got: “Em bi agirbesta digel Îranê girêdayî ne û eger Îran agirbestê neşkêne emê bi agirbestê ve girêdayî bimînin.”

Ehmedîpûr da zanîn, lê Îranê hêzek mezin aniye ser sînorê Qendîlê li başûrê Kurdistanê û wiha anî ziman: “Em hemû livînên hêzên îranî çavdêrî dikin ji ber wê jî eger hêzên wan metirsiyê li ser xelkê deverê çêbike emê bersiv bidin.”

Berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yên PJAKê diyar kir ku wan xelkê bintara çiyayê Qendîl û YNK û PDK ku di dema agirbesta digel Îranê amade bûne, agahdar kiriye ku eger hêzên îranî êrişî deverê bikin dê bersiv bidin.

Arwîn Ehmedîpûr destnîşan kir ku piştî agirbestê PJAKê beşek ji hêzên xwe li ser çiyayê Qendîl binecî kiriye û diyar kir, Îran dixwaze bi komkirina hêz li ser sînor fişarê bixe ser hikûmeta Heêma Kurdistanê.Rûdaw