Di heyameke ku serdana Wezîra Karêdervê yê Amerîkayê Hillary Clintonê, li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê berdewam e de, di nav Ermen û Azeriyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 5 leşkerên Azerî jiyana xwe wenda kirin.
Duh, Hillary Clinton çû serdana Ermenistanê û li wira diyar kir ku, pirsgirêka Karabaxa Jorîn bi şêwazên leşkerî ne pêkan e ku bê çareserkirin.
Hillary Clinton îro çû serdana Gurcistanê. Sibe jî tê payîn ku Clinton biçe Azerbaycanê û banga aliyan bike ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.