Ev çend roj in li hinek deverên rojavayê Kurdistanê bi taybet devera Girê Spî (Til Ebyed) êrişên tund li dijî kurdên wê deverê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ku tê gotin baskê Sûriyê yê El Qaîde ne, didome.
Li hember vê yekê, ENKSê di nameyekê de ji Barzanî xwest, bi şêweya ku bixwe baş dibîne li dijî êrişên han bisekine.
Derheqê vê yekê de, cîgirê sekreterê giştî yê partiya azadî ya kurdî li Sûriyê (PAKS) Beşar Emîn ji Rûdawê re got, ENKSê di nameyê de ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwestiye ku wek serokê hemû Kurdistanê dest bavêje rewşa Girê Spî û ji bo sekinandina êrişên li dijî kurdan bikeve nava liv û tevgeran.
Emîn da zanîn, her wiha name ji konsulxaneyên Amerîka, Fransa, Brîtanya û Rûsya yên li Herêma Kurdistanê jî hatiye nivîsandin da ku li hember êrişên komên îslamî li dijî kurdan dengê xwe bilind bikin. (Rûdaw)