Serrûpel Nûçe MIT vê ji Salih Mislim dixwaze!

MIT vê ji Salih Mislim dixwaze!

Belav bike
Salih Mislim wê ligel isrtîxbarata Tirkiyê (MIT) bicive.

Serokwezîrê Erdogan îro eşkere kir, ku wê MIT, ji Salih Mislim bixwaze ku gava xwe li gora xwe bavêjin û ji rama avakirina herêmekê, yan jî hikûmetekî bi dûrkevin.

Balkêşe ku Slaih Mislim, berî vê serdana xwe gotibû ku ew nafikirin hikûmetekê ava bikin. Lê berê jî wî di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku ewê ava bikin û bi wê mebestê ew biçin li herêma Kurdistanê ligel berpirsiyarên herêmê pirsa avakirina îdareyekê li rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin.

Salih Mislim, ji bo li hember MIT rastî astengiyan neyê, gotina xwe berevajî kir û got ku niyeta wan û avakirina îdareyekê tune ye.

Li gora ajansa UBI Erdogan serdana Salih Mislim piştrast kir û got, wê MIT hişyariyê bide Salih Mislim ji bo hewl nedin yek alî hikûmetekê yan jî îdareyekê li ser sînorê Tikriyê ava bikin.

Serdana Salih Mislim ji bo Tirkiyê wê 2 rojan berdewam bike.

Weke tê zanîn Salih Mislim li Tirkiyê xwendiye.

AVESTA KURD