Serrûpel Nûçe Baweriya Beşikçi bi aştiya li bakurê Kurdistanê nayê

Baweriya Beşikçi bi aştiya li bakurê Kurdistanê nayê

Belav bike

Îsmaîl Beşîkçî derbarê pêvajoya aştiyê ya li bakûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Ji salên 1920an ve, Kurdistan hatiye parçe kirin. Mafê kurdane ku dewleta wan a serbixwe hebe.”

Beşîkçî ji bo çareseriya pirsa kurd jî wiha dibêje: “Berî her tiştî pêwîste kurd yekîtiya neteweyî dirûst bikin, êdî di çarçoveya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de fikra pirsa xwe nekin. Belkî pêwîste di çarçoveya Kurdistana serbixwe de fikra çareseriya pirsa xwe bikin. Gelê kurd gelekî 50 milyoniye û wekî hemû dewletên cîhanê, pêwîste dewleta wan hebe.”

Baweriya Îsmaîl Beşîkçî bi pêşveçûna pêvajoya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê nayê û wiha dibêje: “Hê jî leşker tên zêdekirin û hê qereqolên leşkerî tên zêdekirin. Hê serokwezîr behsa yek dewlet, yek gel û yek zimanî dike. Ji ber vê yekê baweriya min pê nîne.”

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî tekezê li ser wê yekê dike ku pirsgirêka kurdan a nasnameyê heye û dibêje: “Pirsgirêka kurdan a herî mezin nasname ye. Li Tirkiyê kurd wekî tirk tên bi navkirin, li Îranê bi fars, li Iraq û Sûriyê wekî ereb tên bi navkirin.” (Rûdaw)