Konsulê nû yê Tirkiyeyê, Mehemed Akif, kêfxweşiya xwe nîşan da ku li konsulxaneya Tirkiyeyê a li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û silavên wezîrê derve yê Tirkiyeyê gihandin serokwezîrê Kurdistanê. Wî got ku, ew dixwaze têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê zêdetir pêşde bibe.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûna konsulê nû yê Tirkiyeyê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Barzanî di axaftina xwe de tekîd li ser siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê pêşxistina têkeliyên bi civaka navdewltî bi awayekî giştî û têkeliyên bi Komara Tirkiyeyê re û welatên cîran bi taybetî kir.
Di civînê de behsa giringiya têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ku, tesîreke baş li ser vejandina aborî û investkariyê û îstîqrar deverê heye, kir. Herwesa behsa bizava bazirganiya nvabera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de jî hat kirin.
Pêşhatên siyasiyên navxwe, herêmî û Îraqê mijareke din acivînê bû.