Serrûpel Nûçe “Zerara Kongreyê li welatê cîran tune ye”

“Zerara Kongreyê li welatê cîran tune ye”

Belav bike


 

 

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) li navenda partiyê ya li paytextê Tirkiyê Enqerê civînek çapemeniyê li dar xist û derbarê rûdanên dawîn ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nêrînên partiya xwe eşkere kirin.

 

Kemal Burkay, destnîşan kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî safîkirina pirsa kurd e û rexne bir ser hikûmet û BDPê, ji ber ku tu plan û projeyên wan tune ne.

 

Derbarê xebatên destûra bingehîn a nû jî, Burkay anî zimên 48 xalên ku li ser lihevhatin çêbûye ne xalên esasî ne. Lazim e destûra bingehîn ji binî ve bête guhertin.

 

Serokê Giştî Kemal Burkay ji bo hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyê Erdoğan û malbatên qurbaniyên Roboskiyê jî got, gaveka derengmayî ye.


Burkay daxuya kirin beşdarî civîna amadehiyê bûne û dixwazin di konferansê de jî cihê wan hebe.

Kemal Burkay got tu zirara vê konferansê ji dewletên cîran re tune ye.