Serrûpel Nûçe Davutoglu diyariyek da Barzanî

Davutoglu diyariyek da Barzanî

Belav bike

Di hevdîtina navbera Davutoglu û Nêçîrvan Barzanî de, rewşa niha ya Rojhilata Navîn, rewşa Sûriyê, şer û pevçûnên navxweyî yên li Sûriyê, herwiha pirsgirêk û metirsiyên rûbirûyê rojavayê Kurdistanê bûne hatin guftûgokirin. Di hevdîtinê de behsa rol û çalakiyên aliyê kurdî yên li rojavayê Kurdistanê jî hat kirin.

Rewşa niha û siberoja siyasî ya Iraqê, pêşveçûna peywendiyên navbera Hewlêr-Bexda jî mijarek din a guftûgoyên navbera serokwezîrê Herêma Kurdistan û wezîrê derve yê Tirkiyê de bûn. Di vê derbarê de Davutoglu, piştgiriya welatê xwe ji bo başbûna peywendiyên navbera Hewlêr-Bexda û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya jihevtêgihiştin û diyalogê anî ziman.

Herwiha di civîna navbera Davutoglu û Nêçîrvan Barzanî de, lidarxistin û amadekariyên ji bo kongreya netewî ya kurd jî hatin guftûgokirin. Di vê derbarê de aliyê Tirkiyê pêşwazî li hewlên ji bo piştgiriya rêyeke çareseriya aştiyane bo pirsgirêkan û dûrî şiddetê kir. Herwiha aliyê Tirkiyê hêvî xwest ku hemû alî ji bo aştî, girêdayî biryar û pêşniyarên wê kongreyê bin.

Têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, mijarekî din bû ji aliyê herdu aliyan ve guftûgo li ser hat kirin. Di hevdîtinê de danûstandin li ser xortkirina peywendiyên aborî, bazirganî û hemahengiyekî zêdetir a di warê enerjiyê de hat kirin û tekezî li ser berfirehkirina van peywendiyan hat kirin. 

Çapemeniya Tirkiyê jî derbarê serdana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê de ragihand ku Davutoglu diyariyek daye Nêçîrvan Barzanî. Çapemeniya Tirkiyê xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk û radigihîne piştî Davutoglu zaniye ku Nêçîrvan Barzanî ji Mewlana hez dike; Davutoglu, Nêçîrvan Barzanî ji bo şahiyên Şeb-Î Arûz ku meha kanûnê wê werin lidarxistin kiriye. Herwiha Davutoglu kopiyek orjînal ji dîwana Mewlana ya bi navê ‘Mesnewî’ daye Nêçîrvan Barzanî.

Di çarçoveya serdana ji bo Tirkiyê de, îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bicive. Rûdaw