Berî hemû tiştekî ji hemû aliyek re radigihînîn bila gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bikin hekem ku bi fî’lî û bi kirdarî Hikûmet û îdareya Herêma Kurdistanê çawa û çi ji bo Rojava kirine û bi dilniyayiyê ve her bi vî awayî jî hevkarîkirina mîlletê me yê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dibîn. Ji ber ku yarmetîdana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi erkekî mirovî û neteweyî ya li ser şanê xwe dizanîn.
Li heman demî de pêwîste rê bi hemû hêz û aliyê siyasiyê Kurdên Rojava bidîn ku li birêvebirin û bergirîkirina li gelê Kurdistanê li Rojava de beşdar bibin neku ewe bi tenê hêzek girêdayî hemû tiştek bike û rêgir bê li beşdarîkirina aliyê siyasiyê Kurdên din tenê ji bo bergirîkirina mîlletê Kurdistanê yê li Rojava. Ji ber ku ew pawanxwazî û tenê çûn berevajiya hemû peymanên siyasiya navbera aliyane.
Li gel eve jî bi pêwîstî dizanîn eve jî ji bo xelkê serbilindê Kurdistanê rûn bikîn ku ewên firmêsk û rondikên tîmsahê dirêjin û li ser pêvajoya Rojavaya Kurdistanê û bergirîkirina li gelê Kurd li Rojava muzayede dikîn û li heman demî de hinek ji wan hemû pêdiviyên wê bergirîkirinê li ber dest daye bila kerem bikin eve sînor vekirîne û biçin li ser erdê rastî bergiriyê li gelê me yê li Rojava bikin wê demê ji bo xelkê Kurdistanê derdikevê ku muzayedeyên wan hindî lîstokekî bê bihayê siyasiye û gelek pire ji xeletkirina raya giştî.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
07.08.2013
Eve çend rojeke li medya û daxuyaniyên hejmareyek siyasî gengeşeyeke zêde li ser pêvajoya Rojavayê Kurdistanê tê dîtin û daxuyaniyên ne dirust di derbarê rewşa siyasiya Rojavayê Kurdistanê de li welatiyan tê dayîn.
Berî hemû tiştekî ji hemû aliyek re radigihînîn bila gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bikin hekem ku bi fî’lî û bi kirdarî Hikûmet û îdareya Herêma Kurdistanê çawa û çi ji bo Rojava kirine û bi dilniyayiyê ve her bi vî awayî jî hevkarîkirina mîlletê me yê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dibîn. Ji ber ku yarmetîdana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi erkekî mirovî û neteweyî ya li ser şanê xwe dizanîn.
Li heman demî de pêwîste rê bi hemû hêz û aliyê siyasiyê Kurdên Rojava bidîn ku li birêvebirin û bergirîkirina li gelê Kurdistanê li Rojava de beşdar bibin neku ewe bi tenê hêzek girêdayî hemû tiştek bike û rêgir bê li beşdarîkirina aliyê siyasiyê Kurdên din tenê ji bo bergirîkirina mîlletê Kurdistanê yê li Rojava. Ji ber ku ew pawanxwazî û tenê çûn berevajiya hemû peymanên siyasiya navbera aliyane.
Li gel eve jî bi pêwîstî dizanîn eve jî ji bo xelkê serbilindê Kurdistanê rûn bikîn ku ewên firmêsk û rondikên tîmsahê dirêjin û li ser pêvajoya Rojavaya Kurdistanê û bergirîkirina li gelê Kurd li Rojava muzayede dikîn û li heman demî de hinek ji wan hemû pêdiviyên wê bergirîkirinê li ber dest daye bila kerem bikin eve sînor vekirîne û biçin li ser erdê rastî bergiriyê li gelê me yê li Rojava bikin wê demê ji bo xelkê Kurdistanê derdikevê ku muzayedeyên wan hindî lîstokekî bê bihayê siyasiye û gelek pire ji xeletkirina raya giştî.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
07.08.2013
– See more at: http://www.rojevakurd.com/politik/13797-Muzeyed-ser-Kurdistana-Rojava-nekin.html#sthash.jZ90H7jE.dpuf