Serrûpel Nûçe Komîte alîkariyê ji medyayê dixwaze

Komîte alîkariyê ji medyayê dixwaze

Belav bike

Komîteya amadekar a kongreya neteweyî duh (07.08.2013) êvarê digel endamên komîsyona ragihandina komîteyê civiyan û daxuyaniyek belav kirin.

Li gorî daxuyaniyê, komîsyona ragihandina komîteya amadekar a kongreyê ji hemû rojnamevan, medyakar, rewşenbîr û pisporên ragihandinê daxwaz dike li ser erk, rol û peyam û armancên ragihandina kurdî pêşniyar û nêrînên xwe ji komîsyonê re bişînin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku roja dawî ya wergirtina pêşniyaran 12ê Tebaxa 2013 ye.

Tê zanîn, bo amadekirina kongreya neteweyî komîteya amadekar hinek komîsyon pêk anîne û her komîsyonek beşek ji amadekariyên kongreyê daye ser milê xwe.

Kongreya Neteweyî ya Kurd dê 24ê Tebaxa 2013 li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê sazkirin. (Rûdaw)