Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî çend wêneyên diltezîn, nûçeyên kuştin, birîndarkirin û gefa li ser welatiyên bê tawan ên rojavayê Kurdistanê di dezgehên ragihandinê, Facebook û hinek malperan de hat belavkirin, herwiha behsa ragihandina nefîr’am û cîhada li dijî Kurdan a ji aliyê rêxistina terorîstî ya girêdayî El-Qaîde kiribû, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi navê lêkolîna wan bûyeran û derxistina rastiya wan, nameyekî pêşkêşî Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî kir. Barzanî di nameya xwe de daxwaz daxwazê ji pêkanîna lîjneyekî taybet kiriye ku biçin Rojava û bizanin ev nûçe rastin yan ne, ger ne rast bin; Herêma Kurdistanê amadeye parastina xelkê bê tawan ê Kurd li rojava bike.
Naveroka nameya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Lîjneya Amadekar a Kongreya Neteweyî;
Ji bo Lijneya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd
Silavekî germ…
Ev demeke di medya, hinek navendên siyasî û ragihandinan de komek nûçe belav bûne ku qaşo ji aliyê terorîstan ve li Rojavayê Kurdistanê nefîr’am û cîhad li dijî welatiyên Kurd hatiye ragihandin û terorîstên ser bi El Qa’îde êrîşî xelkê medenî û bêtawan dikin, serê jin û zarokên Kurd dibrin. Ji bo derketina rastî û dirustiya van nûçeyan daxwaz ji we dikim lîjneyekî taybet pêkbînin, ji bo serdana Rojavayê Kurdistanê bikin û lêkolînê li ser wan nûçeyan bikin.
Eger bêt û ev zanyariyane rast bin, welatî, jin û zarokên bêtawan ên Kurd li jêr êrîşa kuştin, birîn û terorê da bin, wê demê Herêma Kurdistanê hemû şiyanên xwe ji bo wê yekê dixe holê ku parastinê li jin, zarok û welatiyên bêtawan ên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.08.2013