Cîgirê serokê Artêşa Azad Eqîd Saîd Receb, got ku ew amadene komîsyona taybet ya şopandina rastiya komkujiya li rojavayê Kurdistanê, biparêzin.
Eqîd Saîd, ji Rûdawê re diyar kir ku, eger ew komîsyon di riya Tirkiyê, derbasî Sûriyê bibe, ewê bikaribin ji hemû aliyan ve ewlakariya endamên komîsyonê biparêzin.
Cîgirê serokê Artêşa Azad, got ew amade ne bi hêzeke taybet garantiya parastina ewlekariya wan bidin.
Saîd di berdewamiya daxuyaniya xwe de, ew bi tu awahî ji kiryarên Cebhet El Nusra li dijî Kurdan ne razî ne.
Duh, komsyona taybet bi şopandina rastiya komkujiya li rojava, dixwest derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, lê PYD, bi hiceta ku ew garantiya parastina wan li derveyî parêzgeha Hesekê nade û rê neda ku komîsyon biçe rojava.
Ev komîsyon, li ser daxwaza serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd ve hatiye avakirin.
(Rûdaw – Dilxwaz Behlewî)