Serrûpel Nûçe YPG: 800 êrîşkar hatine kuştin

YPG: 800 êrîşkar hatine kuştin

Belav bike

Berdevkê fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl di civînê de agahî dan û got ku di van şerên mehekê de ne tenê Dewleta Îslam Êraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra, gelek tabûrên Artêşa Azad û komikên di bin banê Artêşa Azad ên wekî Azadî yên girêdayî Partiya Azadî jî cîh girtine.
Xelîl, di daxuyniya çepemeniyê de da zanîn di şerên ji 16’ê Tîrmehê heta 16’ê Tebaxê de ji 800’î zêdetir çekdarên komên El Nusra/Artêşa Azad hatine kuştin û bi sedan jî hatine birîndarkirin, gelek otombêl, cebilxane, çek jî hatine bidestxistin. Xelîl, diyar kir ku di van şeran de 80 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dane.
Rêdûr Xelîl da zanîn li gorî agahiyên gihîştine destê wan bi dehan sivîl li herêma Til Eran, Til Hasil û Ezazê hatine qetilkirin, lê agahiyên zelal negihiştine destê wan. Xelîl, got ku di dema rejîma Baas de jî tu kes li ser nasnameya wan a netewî nedihatin girtin, lê Dewleta Îslamî/ El -Nusra/ Artêşa Azad li ser nasnameyên wan mirovan digirin û dibin cihên nediyar. Berdevkê YPG’ê diyar kir ku li gorî agahiyên gihîştine destê wan 700 kurdên sivîl ji aliyê wan hêzan ve hatine revandin û birine cihên nediyar.
Xelîl dest nîşan kir ku wan di destpêka êrîşên Dewleta Îslam/ El Nusra de ji Artêşa Azad û koalîsyona Sûriyê xwestiye helwesta xwe zelal bikin, lê wan di derbarê êrîşên li dijî gelê kurd heta niha bêdengên. Û di demê dawî gelek tabûrên giridayî Artêşa Azad ligel El Nusra êrîşî gelê kurd  kirin û dinava komkujiyan de cihê xwe girtin. Berdevkê YPG’ê dazanîn di belgeyên ketine destê wan de, hatiye xuya kirin ku, Tabûra Azadî ya Partiya Azadî di komkujiyên li ser kurdan destê wê heye û bi El Nusra re li dijî gelê Kurd dinava şer deye.
Berdevkê fermî yê YPG’ê diyar kir di hinek dezgehên çapemeniyê de tê xuya kirin ku, wan nehiştiye Şandeya Komîteya Amadekar a Kongra Netewî were Rojava, rastiya wan nûçeyan tuneye û heta niha Komîteya Amadekar bi wan re neketiya nava têkiliyan. Heta niha agahiyek fermî negihaştiye destê wan ka gelo dê wê şanda were yan neyê. Xelîl dest nîşan kir ku  ew wek YPG’ê pêşniyara Serokê Herema Kurdistan Mesût Barzanî ya bila Şandeyekî bê avakirin ku biçin ka gelo li Rojavaya Kurdistan bi rastî komkujî pêk hatine, wek gumana li ser rastiya komkujiyan çê dike, ew rexne dikin.
Xelîl li ser armanca êrîşan dazanîn ku, Dewleta Îslamî a Êraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra ev demeke dixwaze li Rojavaya Kurdistan Emîrtiyek Îslamî îlan bike, Ji ber wê êrîşî heremê kurdan dikin. Artêşa Azad jî heta niha hebûna Kurdan wek netew, ax qebûl nake. Jiber wê jî hebûna kurdan, îrade bûna gelê kurd li ser axa xwe nepejirandin û êrîşî kuradan kirin. PUKmeida