Dirûstkirina lijneya şopandina rastiyan piştî nameya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat ku daxwaz ji komîteya amadekar a kongreya netewî kiribû lijneyekî şopandina rastiyan ji bo Rojava dirûst bikin. Ji bo rastiya bûyerên rojavayê Kurdistanê lêkolîn bikin û bi taybet jî pirsa komkujiya li dijî kurdên Rojava.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berî niha bi fermî ragihandin ku bi ti awayî razî nabin lijneya lêkolîna rastiyan serdana Rojava bike û bi bihaneya ku ev di xizmeta dijminên kurdan de ye.
Ev helwesta PYDê di civîna roja şemiyê ya lijneya amadekar a kongreya netewî de hat guftûfogokirin. Di civînê de li ser logoya kongreya netewî rêkeftin çêbû û biryar hat dayîn ku 20ê tebaxê dema dawî ya kongreya netewî ya kurd bê diyarkirin. Piştî guftûgoyên dirêj û gelek hevdîtinên li ser vê yekê, PYDê di civîna îro ya komîteya amadekar a kongreya netewî de pejirand ku lijneya şopandina derxistina rastiya komkujiya derbarê rojavayê Kurdistanê serdana Rojava bike.
Li gor zanyariyên Rûdawê, ji Qendîl û bakûrê Kurdistanê 2 nûner û ji rojhilatê Kurdistanê jî nûnerek beşdarî wê lijneyê bûne. Herwiha nûnerekî serokatiya Herêma Kurdistanê, nûnerekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û nûnerekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wekî nûnerê başûrê Kurdistanê beşdarî wê lijneyê bûne. Biryare nûnerê PYD û Partiya Demokrat a Kurd (El-Partî) wekî kesên rê nîşan bidin, ligel wê lijneyê serdana Rojava bikin.
Roja 10.08.2013an malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê nameyeke serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî belav kir û ev name pêşkêşî komîteya amadekar a kongreya netewî ya kurd hatibû kirin.
Naveroka nameya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Lîjneya Amadekar a Kongreya Neteweyî;
“Ji bo Lijneya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd
Silavekî germ…
Ev demeke di medya, hinek navendên siyasî û ragihandinan de komek nûçe belav bûne ku qaşo ji aliyê terorîstan ve li Rojavayê Kurdistanê nefîr’am û cîhad li dijî welatiyên Kurd hatiye ragihandin û terorîstên ser bi El Qa’îde êrîşî xelkê medenî û bêtawan dikin, serê jin û zarokên Kurd dibrin. Ji bo derketina rastî û dirustiya van nûçeyan daxwaz ji we dikim lîjneyekî taybet pêkbînin, ji bo serdana Rojavayê Kurdistanê bikin û lêkolînê li ser wan nûçeyan bikin.
Eger bêt û ev zanyariyane rast bin, welatî, jin û zarokên bêtawan ên Kurd li jêr êrîşa kuştin, birîn û terorê da bin, wê demê Herêma Kurdistanê hemû şiyanên xwe ji bo wê yekê dixe holê ku parastinê li jin, zarok û welatiyên bêtawan ên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.” (Rûdaw)