Di vê derbarê de parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ji Xendanê re ragihand: “Armanca ew serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo ku ji nêzîk ve ji rewşa penaberên Kurd agahdar be.”
Her weha Hadî got: “Barzanî ji aliyên pêwendîdar xwest ku xizmetguzariyên xwe zêdetir bikin û ev yek jî ji penaberên Kurd re diyar kiriye ku ew li ser ax û welatê xwe ne.”
Newzad Hadî amaje bi wê jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê penaberên Kurd dilrihet kiriye ku dê bi riya birêvebertiyên xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê zêdetir alîkariya wan bête kirin.
Parêzgarê Hewlêrê aşkira kir ku kampa Gewrkostê bi awayekî bilez ji penaberan re hatiye danîn jiber ku hatina penaberan bi carekê de bûye.
Her weha Newzad Hadî ev jî got: “14 hezar û 500 kes ji penaberan şeva pêncşemê berê xwe dane bajarê Hewlêrê û ji wan sê hezar şandine Behrikê û sê hezarên dinê jî şandine bajarê Silêmaniyê.” (Xendan)