Şanda ku duh ji Dêrikê derbasî Girkê Legê bû, li vir hem li cihê teqîn û pevçûnan lêkolîn kirin hem jî bi saziyên civakî yên li bajêr re hevdîtin pêk anîn. Şand di saetên êvarê de jî derbasî bajaroka Çilaxa bû û li cihê teqîna li gundê Zexîre ku çeteyan li vir êrîşî benda Asayîşê kiribû, lêkolîn kir.
Piştî lêkolînê jî endamên heyetê, serdana navenda YPG’ê ya Çilaxa kir û derbarê şer û pevçûnan de ji fermandaran agahî wergirtin. Li gor ANF’ê, şanda ku êvarî derbasî bajarê Qamişlo bû, wê îro bi saziyên bajêr re hevdîtinan pêk bîne.
Şanda 9 kesî ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ve hetibû pêkanîn, roja 19’ê Tebaxê di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.BAS
Şanda Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe yên li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa derbasî bajarê Qamişlo bû.
Şanda ku duh ji Dêrikê derbasî Girkê Legê bû, li vir hem li cihê teqîn û pevçûnan lêkolîn kirin hem jî bi saziyên civakî yên li bajêr re hevdîtin pêk anîn. Şand di saetên êvarê de jî derbasî bajaroka Çilaxa bû û li cihê teqîna li gundê Zexîre ku çeteyan li vir êrîşî benda Asayîşê kiribû, lêkolîn kir.
Piştî lêkolînê jî endamên heyetê, serdana navenda YPG’ê ya Çilaxa kir û derbarê şer û pevçûnan de ji fermandaran agahî wergirtin. Li gor ANF’ê, şanda ku êvarî derbasî bajarê Qamişlo bû, wê îro bi saziyên bajêr re hevdîtinan pêk bîne.
Şanda 9 kesî ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ve hetibû pêkanîn, roja 19’ê Tebaxê di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.
– See more at: http://www.bas-news.net/kur/ArticleDetail.aspx?articleid=4868#sthash.G1pMQaJS.dpuf