Barzanî di bangekê de got ku hêvî heye Kurdên rojava mafê xwe bi dest xwe ve bînin, dema ku li wî beşê Kurdistanê Kurdan rêza xwe kirin yek.
Barzanî got, ji bo vê yekî jî ew bang li xuşk û birayên xwe dike ku hîn ji welat derneketine, dernekevin û wê derê vala nehêlin, derketina wan wê mafê wan bixe xeterê.
Serok Barzanî her wiha got, ew birayên ku herêmên wan rastî êrîşan tê û şer lê çêdibe, herêma Kurdistanê mala wane û cihê wan yê ewle ye.
Barzanî her wiha bang li wan Kurdan kir ku herêmên wan aramin û şer lê tune ye li cihê xwe bimînin, ewê di xizmeta wan de bin û alîkariya wan bikin û hemû pêwîstiyên wan bi cih bînin.