Serrûpel Nûçe Festîvala Evdalê Zeynikê li Agirî pêk hat

Festîvala Evdalê Zeynikê li Agirî pêk hat

Belav bike

Roja 17ê tebaxê li navenda Agirîyê, di hola konferansan ya Halk Egitim Merkezi (Navenda Perwerdeya Gel) de konsereke dengbêjan û sempozyumek hat pêşkêşkirin. Di sempozyomê de Prof. Qadir Yildirim, Zeynel Abidîn Zinar, M. Xalid Sadini, Haluk Öztürk, parlamenterê Agirî yê berê Hanifi Alir û Dr. Ömer Ulucay beşdar bûn. Di nav mêvanan de parlamenterên Agiriyê yên kevn û nû, waliyê Agiriyê û hejmareke bilind guhdar beşdar bûn.
Di destpêka bernameyê de, serokê komeleya amadekar a mîhrîcanê  (AKYAD) Mehmet Îzcî xêrhatin da mêvanan û gotarek xwend.  Dûra dengbêja jin ya gelek hezkirî Havîn”ê bi dengê xweyê xweş wek hunermendeke operayê, bi gotina strana “Şebabê” konser da destpêkirin. Lêkolîner û nivîskar Ahmet Aras digel  çar dengbêjan li ser dikê ciyê xwe girtin û dengbêjan dor bi dor stranên Evdalê zeynikê stran. Berî gotina her stranekê Ahmet Aras derbarî stranê de agahdarî dan.

Di civînê de, parlamenterên Agirîyê û Waliyê Agirîyê jî axafîn. Di vê navberê de silavname û pîroznameyên şandî jî hatin xwendin. Di nav wan de silavnameya Kemal Burkay jî hebû. Piştî konserê sempozyuma “Di çanda kurdî de zargotin û dengbêjî” destpêkir. Li vir behsa hunera dengbêjiyê, rola Evdalê Zeynikê û giringiya bîranîna vî dengbêjê navdar, parastina hunera dengbêjiyê û çêkirina mîhrîcanan hat kirin. Piştî xilasbûna sempozyumê dor hat pirs û bersivan. Li ser ciyê gora Evdalê Zeynikê pirsek hat kirin. Şahidan tekez kirin ku gora Evdal li gundê Melehesen e. Pirseke din jî ew bû; gelo daxwazkirina ku ji dengbêjan re miaş bê girêdan wê baş be an na? Bersiva vê pirsê ji alî prof. Qadir Yildirim ve hat dayîn. Yildirim got; “ne hewce ye, bila kurd berê bibin xwediyê statuyekê, paşê gelê kurd wê bi xwe bikanibe dengbêjên xwe xwedî bike.”
 
Bernameya mîhrîcanê bi konsereke derveyî  berdewam kir. Li meydana parka nû, hunermendê ciwan Destan, Havîn û yên din, di rêvebiriya Mehdî Mutlu de konsereke xweş pêşkêşî gelê Agirîyê kirin.

Roja duwemîn ya mîhrîcanê bi konsera dengbêjan û bi sempozyumê li qeza Agirî Patnosê dewam kir. Di eynî rojê de li gundê Melehesen gora Evdalê Zeynikê bi şêweyekî nû hat tekûzkirin. Li vir dengbêjên Agiriyê yên navdar wek Dengbêj Memo, Dengbêj Cesîm û Dengbêj Silheddîn digel cimaetekê amade bûn. Dengbêjan stranên Evdalê Zeynikê gotin. Meleyan tevî cimaetê ji ruhê evdal ra dua xwendin, helbestên stranên Evdal hatin xwendin.

Reşat Heliz/Agirî