Geşta Esmanî ya Iraqê, roja 31ê tebaxê geşta navbera Enqere-Hewlêrê dest pê dikin. Li gor daxuyaniya nûnertiya Geşta Esmanî ya Iraqê Miad Turê, wê geşt di nava heftiyê de rojên sêşem û înê bên kirin. Rabûna ji Hewlêrê wê saet 16.00 û ya ji Enqereyê jî saet 18.30an be.
Li gor Ajansa Anadola ya Tirkiyê, bilêtên geşta Enqere-Hewlêrê ji 294 dolaran dest pê dikin û niha tên firotin.
Rayedarên Miad Turê ragihandin ku piştî 10ê Hezîranê geşta navbera Enqere-Bexdayê dest pê kir, li ser daxwazên Hewlêrê, geşta hewayî ya Iraqê bersiva erênî da. Rûdaw