Serrûpel Nûçe “Me hesabê lîstikên AKP kiribîn“

“Me hesabê lîstikên AKP kiribîn“

Belav bike


Kartal, li paytexta Oslo Norveçê tevli vekirina cihê nû yê Komeleya çanda Kurdistan a Norveçê bû. Ji çar paçeyên Kurdistanê  nûnerên KDP, YNK, Goran û nûneên saziyan tevli bûn.  Piştî vekirinê civîna gel der barê pêvajoya Sûriye, Rojava, Bakûrê Kurdistan-Tirkiyeyê pêk hat.

Civîn nêzî 3 saetan berdewam kir. Remzî Kartal axivî û got: “Gelê me divê her îhtîmalê bide ber çavan û biryaran bigire. Ji ber vê Tevgera Kurd beriya pêvajoyê bide destpêkirin lîstikên AKP’ê xist hesab. Lê me her tim zimanê aştÎ û çareseriyê bikaranî. Em ligel aştiyê bûn û me ev ispat kir.” ANF