Serrûpel Nûçe Projeya rêveberiya demkî hate mohrkirin

Projeya rêveberiya demkî hate mohrkirin

Belav bike

MGRK û ENKS li bajarê Qamişlo bi armanca ku projeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya rêveberiya demkî nîqaş bikin civînek lidar xistin. Ji aliyê MGRK’ê Sînem Mihemed, Ebdulselam Ehmed, Îlham Ehmed, Hekem Xelo, Ebdilkerîm Umer û Asya Abdela, ji aliyê ENKS’ê jî Feysel Yûsiv, Mistefa Meşayix, Fûad Elîko û Fûad Brahîm beşdarî civînê bûn. Civînê 4 saetan berdewam kir. Hat zanîn ku di civînê de her du Meclîsan Projeya Rêveberiya Demkî ya Rojavayê Kurdistanê û projeyên hevbeş îmze kirine.
Li gor ANF’ê, xalên ku her du aliyan li ser li hev kirine û îmze kirine wiha ne:
Bi beşdariya hemû pêkhateyan, her aliyek nûnerên xwe destnîşan bike û desteya rêveberiya demkî bê destnîşan kirin. Desteya rêveber dê kar û barên hilbijartinan birêve bibe.
Ji bo amadekirina zagona demkî komîteyek bê avakirin û di hundirê 40 rojan de zagona demkî bi pesendkirina hemû pêkhateyan bê amade kirin.
Piştî amadekirina zagona demkî, desteya rêveber dê rêveberiya demkî ya hevbeş pêkbîne.
Desteya Rêveberiya demkî dê zagona hilbijartinan amade bike.
Rêveberiya demkî dê komîteyên xwe yên rêveberiyê, siyasî, aborî, civakî, çandî, parastin û ewlekariyê pêk bîne.
Hêzên ewlekarî û parastinê dê li gorî zagonên navneteweyî, di bin siya rêveberiya demkî de, berpirsyarê ewlekariya herêmên Kurdî û yên hevbeş in.
Piştî avakirina rêveberiya demkî, di hundirê mehekê de, hilbijratinên demokratîk, dê bi beşdariya rêxistininên herêmî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan û civaka sivîl bên lidar xistin.
Meclîsa giştî ku dê bê hilbijartin, wê bibe desteya rêveberiya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî û yên hevbeş.
Meclîsa giştî dê li gorî zagonên navneteweyî û mafên mirovan, destûrekê amade bike. (Basnews)