Serrûpel Nûçe Rojnamevan Rêbwar Kerîm Welî dinivisîne…

Rojnamevan Rêbwar Kerîm Welî dinivisîne…

Belav bike


Ligel hatina Bayik bo cihê Murad Karayilan (ku nermtir û neteweyîtir e) ew ravekirin derket holê ku hewl hatiye dan bi vê yekê, bandora Karayilan li ser hêzên çekdar ên PKK di porseya aştiyê de sûd jê bê wergirtin û Karayilan rê need hêzên PKK bi kiryarên xweser proseyê beravêtî bikin û vekişîneke rast û dirust a şervanên PKK rû bide. Lê belê daxuyaniyên tund ên Bayik vê dawiyê, çi derbarê proseya aştiyê li bakur yan rewşa rojava, derxistin ku serkirdayetiya nû ya PKK bi sazeke cuda lê dide û vê yekê jî kiriye ku tew rengekî durûtî û nezelaliyê di siyaseta PKK de derkeve holê. Nemaze du gotarên cuda derdikevin holê: Gotara tundajo ya Qendîlê û gotara nerm a Îmralî! Ev dike ku serê wan partiyan jî gêj bibe ku bi fermana PKK li bakur û rojava kar dikin, weke BDP li bakur û PYD li rojava.

Ocalan ku baweriya wî bi wê yekê nemaye ku êdî bikare bi çekan ji wilo zêdetir fişaran li ser Tirkiyê pêk bîne, hewl dide bi her awayekî be bi rêya danûstandinan beşek ji mafên kurdan û derketina xwe ji Îmralî misoger bike. Her ji ber vê yekê jî doz li tirkan kir ku ligel hevserokê PYD Salih Muslim rûnin û armanca wî jî ew bû ku ne tenê li bakur, lê li rojava jî dilê Tirkiyê razî bike.

Bayiki ku naxwaze kontrola PYD û tew a BDP jî ji dest bide, dixwaze bi pileya yekem PYD bixe xizmeta armancên Îranê, ango ragirtina balansê di qezenca rêjîma Esed de. Lewma her zû piştî serdana Muslim bo Tirkiyê, navborî hate vexwendin bo Qendîlê û ji wir jî hate şandin bo Îranê, da neçe bereya dijî Esed ku Tirkiyê wê birêve dibe. Tew tê gotin ku hevserokê berê yê PYD “Îsa Heso” hate terorkirin, çiku têza nêzîkbûna ji Tirkiyê diparast.

Li hember wê yekê ku heta niha Ocalan behsa nexşeyeke demê nekiriye, Cemîl Bayik demê bo proseya aştiyê datîne û wê bi demê ve girêdide. Vê yekê jî şermezariyeke mezin hem bo Ocalan û hem jî bo BDP dirust kiriye ku bêhtir ji hêla Ocalan nêzîk e û naxwaze prose rawest. Tew rengekî sergêjiyê jî bo BDP çêkiriye ku nizanin çawa helwestê werbigirin. 

Niha PKK li ser xaçerêyeke dijwar a dîrokî ye ka gelo dixwaze weke hêzeke leşkerî bimîne û statûya sepandî ya dehan salan li Rojhilata Navîn biparêze, ku ev yek bêhtir di siyaset û nerînên Cemîl Bayik de diyar dibe, yan jî bikare weke hêzeke sivîl şiyana xwe di pêkanîna aştiyê de neku tenê li bakurê Kurdistanê, lê li parçên din jî xerc bike.

Berdewamiya siyasetên Bayik bi vî awayî û destpêkirina şer ligel Tirkiyê, neku PKK îzole dike, lê hebûna Ocalan weke rêberekî karîzmatîk û giring di proseyê de pûç dike.    (Rûdaw)