El Tewîl her wiha behsa ji kar avêtina bêjera nûçeyan ya bi zimanê erebî Dîlan Hisên jî kir got, ji ber ku wê xwestiye nûnerekî Artêşa Azad bike mêvanê programekê, wî jî numreya telefona nûnerekî artêşa azad daye wê, ev ji bo wan weke sûc hatiye dîtin û ji kar hatine avêtin.
Her wiha îdareya televîzyonê hevpeyvîneke ku Dîlan Hisên bi çalakvanê Kurd Îbrahîm Kaban re plan kiribû, ew hevpeyvîn ji aliyê îdareya televîzyonê ve hatibû red kirin.
Televîyon, ji televîzyonekê zêdetir, weke navendeke hizbî kar dike, weke merkezeke eskerî ye, partî çi dibêje, her kes mecbûre weke Partiyê (PYD) bike, her demê eynî, gotin, eynî deng. eynî deng, dubarekirin, xwetekrarkirin, ev jî
gelek moderator û bêjeran tengav dike, hinek bi xwe derdikevin, hinek jî têne derxistin.
Li gora hinek jêderên ku nexwestin em navê wan eşkere bikin, dibêjin di nava televîzyona Ronahî, êdî tehemul nemaye, bêhna her kesî teng bû ye, gelek kes wê televîzyonê weke zindanekê dibînin, û li fersendekî digerin ku ji wê zindanê birevin.
Li gora El Tewîl dibêje, kesên di Ronahî de lazime zirneya partiyê bin.
AVESTA KURD