Serrûpel Nûçe Serpêhatiya zaroktiya xwe ya Enfalê dinivisîne

Serpêhatiya zaroktiya xwe ya Enfalê dinivisîne

Belav bike
Piştre jî bi dengê teqîna qûmbelan, ji bo çend çirkeyan hemî cîhan û mirov bêdeng man, wekî ku ne bi tenê mirov, lê herwesa çiya, gelî û banî jî dixwastin têbigehên ka çi li wan rû daye.
Piştre jin û zarokan dest bi qêrîn, qîjîn û gîriyanê kirin.
Ez ji cihê xwe rabûm  û min hest bi bêhneke nexweş jî kir.
Bi wî jiyê xwe yê biçûk, zehmet bû ez bizanim çi tê rû dan, lê ew qêrîn û gîriyan û ew bêhna ku bêhna mirineke dijwar bû, hemî cîhanê derdora min dagîr kiribû.


Dema mezinan em di jorekê da kom kirin, betaniyên terr xistine dergehê, gotinên li dora me zivirîn ew bûn: “Seddam kîmiya li me da”, “Be’siya em jehrî kirin”, “vêrê jî wek Helebçe lê kirin“.


Herçend deyîka min digot “netirsin, çi nîne” jî, bêhna min gelek kurt bibû û ew bêhna nexweş wek marekê nediyar li stûyên me xwe daland, çavên me gez dikirin û rondik jê dibarîn.


Di wê rojê de gelek tiştan rû da bûn, hemî gundê Baniyê rabibû ketibû rêkê, hemî kesekî ev gazî kirina mirinê guh lê bibû. Wext çawa derbas dibû, roja wê sipê de çawa bilind bû, germiya havînê çewa hengav bi hengav ketibû nav gundê Baniyê û gundiyên me hesta çi dikirin, ez nizanim. Lê ew dîmenê ku li bîra min maye, ew qêrîn û ew bêhna mirinê keşekê wesa çêdikirin, wekî ku dijmin berî şevekê drust dike li derûberê te û paşî li te bide, tu nikarî wî bibînî û bi tenê daxwaza te ewe ku nefeseke zêdetir werbigirî ji bo jiyanê.


Keleha Nizarkê


Em li tirektorekê siwar bûn û ber ve Garayê çûn.

Zarok û jin û ewên ku nikaribûn zêde bimeşin li tiraktorê siwar bibûn.

Bavê min digel hevalên din yên pêşmerge li pey me dihatin.


Em gehişitine cihekî li Garê.

Ez nû dizanim ku ew gundê Sevrê bû, ku dibêjn Sevra Xerab.


Li wêrê û liwê rojê çi çêbû, çi çênebû, ew wurdekarî pişitî mezin bûn min ji kesên din wergirtin. Lê li vêrê tenê ez dixwazim ew tişitên di bîra min de maye binivisînim.


Li wê şeva ku em li Sevrê bûn, ez çawa razam nizanim. Tê  bîra min ku bavê min hat, em hişiyar kirin û em yekser bi rê ketin. Zehmetiyên rêkê, tênî û birsîbûn dihête bîra min.

Ew tirsa di nav xelkî da belav bibû û digerya, min jî hest dikir. Min dizanî ev koçberî şêwazekê ne normal e. Em li jêr metirsiyeke rast da bûn.


Helbet ew roj ji bo xelkên wê demê yên têgehişitî hîn zêdetir zehmet û giran bûn.

Li rojhelatê Baniyê, birîndarên wê kîmiyabaranê çêbûn ku rastiya kartêkirina wan qumbelên kîmiyayî ez dê hêlim ku ew bixwe binivîsin yan bêjin. Ji ber zarokek nikare van hemî tiştan têbigehê.


Li bîra mine em li ser rê bûn û ji nîşkê ve careke din dengê hewar û qêjiyan hat û gotin leşker li pêşiya me ye. Ew çiyayê li hindava me li aliyê pişitê dengê fîşekan dihat. Hemiyan digot “bila zelam derkevin û jin û zarok teslîm bibin “. Li dîmenê ku di bîra min da maye, ev gotine hêşta zindî ne:



“Evane kafir in! rehmê li kesî nakin! dê hemiya bikujn!

Min dît hemî jin û zarok li dora min digriyan û ez jî ji ber wan giriyam, lê min bi encamê rastî yê ku ew ji bo çi digrîn, nedzanî. wê demê min hîn guh li peyva roja Heşrê û roja Qiyametê nebibû. Bes demê ku ez nûke dinvîsim, dixwazim ew dîmenê ku heta îro digel min mayîne pêda biçim û dibînim ku bi tevayî di wesfa Qiyametê da çêdibin.

Lê ev griyana jinan, qîjiyên zarokan, berdewam li bîra minin wmin gûl dengê bavê xwe û gelek ji zelaman bû, digotin “em nahêlîn jin û zarok teslîm bibin, bi çi rengî be bila em digel xwe bibin


Piştî hatina bavê min û hevalên din, hemî zelam vegeryan ku pêştir ji nav me derketibûn. bi biryareke giştî, dîsa em berev bilindahiya çiyayî çûn. Ez li ser millê bavê xwe bûm. Barê wî yê giran û çekê wî li evrazê Garê gelek îz’aca min dikir. Bavê min dibêje, “demê em wê rojê berev evrazê Garê serdikeftin, te digot, “tu min wekî jinan hildigirî”


Birçî û tênî her barê meyê herî giran bû. Em malbatên gundî hemî nêzîkî hev bûn. Li rex me mala jinekê ew dotmama bavê min bû, navê wê Safiya bû ku jina şehîd Mecîdiye û deyîka çar şehîdan e, şehîd Mecîdî  pismamê bapîrê min bû.


Bavê min digote min: “wê demê  tu diçûyî cem mala şehîd Mecîdî û te digotê ‘safê ez ya birsî me”. Wê demê min gelek hest bi lawazbûnê kir. Erê min neşiya zikê te têr bikim. Hîç nanek li def me peyda nedibû hemî jî wekî me bûn, nanê wan jî nebû belê diyare ew jî hewlldaneke te diviya bikî”


Ya duwê, bavê min dgot: “em hejde kes bûn û bi tenê me yek metereyê avê hebû. Heta ez diçûme ser kaniyê û dihatm, sê demjmêr dikêşan. Hemî carekê, her kesekî me bi tenê bi qeramkê metereyê (qepax) bes devê xwe terr dikir. Heta çûm û dihatim, di wê germa havînê da gelek tî dibûm. Min xwast bi metereyê avê vexûm, lê te digote min: “babo, wusa nabît, bi qeramkê metereyê vexwe”


Belê ew rojên wesa bûn ku me abûrî bi dilopeka avê jî dikir.


Hîn li bîra mine, dema em li çiyayi bûn, meta min kiçek îna dinyayê ku navê wê Revîn e. Paşê têgehişitm ko dayîk û babê Revînê ji neçariyê li hîviyê bûn ku wê zarokê li çolê bihêlin, bes babê min qebûl nekir. Heta niha jî Revîn ji me hemiyan zêdetir xoşitviya babê min e.


Babê Revînê li sala 1991ê rimane pêve peqî û şehîd bû. Ew wek qehremanê şoreşa Gulanê dihête nasîn. Piştî têkçûna şoreşê yekem meferezeya pêşmerga bûn ji îranê vegeryane kurdistanê, babê Revînê jî digel bapîrê min şehîd Weysî Banî hatibû. Babê Revînê bi navê şehîd Ecîl dihête nasîn.


Li bîra mine ku piştî çend rojan babê min xatirê xwe xwast. Lê vê carê bi şêwazekê hêmintir em ji hev cûda bûn. Wê carê berê me kete devera Akrê û em hatin ku teslîmî rêjîmê bibin. Ewçax gotina lêborîna giştî, (efûya ‘am) li hemî cihan belav bibû û hîviyek dida xelkî ku êdî mirin nema. Herçende li bîra mine, dengê hindek kesan bilind dibû, bi taybet jinan, digotin: “Ûlle dayê Seddam bêbawer e, dê me hemiyan bikuje”, “kafire, hîç rehm di dilê wî da nîne û ew çi kesî efû nake


Piştî wê leşkrê Îraqê em girtin û kirine di hinek tirimbêlan da û anîne Duhokê li cihekî kom kirin ku navê wê Qel’a Nizarkê bû (FOTO).


Demê em keftine wê qel’ê, tiştê cara destpêkê li ber çavê min ket û hêşita li bîra mine, xwîna terr û bêhna wê xwînê bû. Herwesa êrîşên leşkerî li ser xelkî û qêjiyên girtiyan û ew lêdanên bi zelaman dihatine kirin li ber çavên mine, hêşita dîmenên zîndîne li ber çavên min. Herwesa ew der şûnwarên sêdaredanê bûn, ku werîs me didîtin, gotin “bi van werîsan xelk xeniqandine “. Ji bo xwînê jî digotin vêrê xelk kuştine. Giriyana zarokan li wêrê ji bo pariyek nan çi cara min ji bîr nekirine.


Ji bo çi îro min xwest van serpêhatiyên xwe binivisînim?

Li roja salvegera Enfal, li rêkeftî 5 Îlonê rêzdar Nêçîrvan Barzanî li heman Qel’a Nizarkê da ku hêşita bîrewerya têkoşîna wan deman zîndî ye, li pêş xelkê Duhokê axaftinek pêşkêş kir.

Li wêrê û bi gotinên rêzdar Nêçîrvan Barzanî, careka dî wek zarokekê wî demî min ew hestên wan rojan jiyan kirin. Min bêriya wan mirovan kiriye ewên ku ne amadene van destkeftên mezin yên îro û ev pêşkeftina evro li welatê me çêdbin bibînin.


Şêwazê hevçerx yê rêveberiya ku em têda dijîn, evro wekheve digel astê herî bilind yê welatên pêşkeftî yên cîhanê.


Min bêriya gelek kesên wan demên dijwar kiriye ku min hêvî dikir ew jî roja evro bibînin ku ew Seddamê kafrê ku wî demî bêrehm komkujiya jin û zarokên me dikir, ew Hesen Mecîdê ku piştre navê wî bû Hesen kîmiyawî, ew Be’sa rêjîma  faşîst ku me paşê nas kir, ew partiya Be’es ku remzê zulmê bû, hemî hate rûxandin û têk çûn; Seddam û Hesen Mecîdê kîmiyawî hatine sêdaredan. Min hez dikir ewana yên ku rojên reş yên wê Enfalê bi gelek êş û azaran kêşayin, ku êk ji wan pîra min bû bi navê Xecê û ji bo min hem dayîk û hem jî bavîtî dikir, evro jiyan kiriba û bi çavên xwe dîtiba ev Qel’a ku têda zordarî li me hatibû kirin, evro dibin saya hêjabûna serokê hikûmetê rêzdar Nêçîrvan Barzanî da dibe miyuziyema Enfalê.


Li min biborin, di van rojên serkeftinê da ku hewe pêdivî bi xoşî, bextewerî û wêneyên dilveker hene, min tabloyeke tirajîdî daye pêş çavên we ku dilopeke ji oqyanosa tirajîdiya Enfalê ye.

Dîsan li min biborin, belê ji bo ku nifşên pêş me, nijadê Kurd yê demên pêş bizanin, hebûna evro ji êş wundabûnên duh hatiye, nirx û bihayê azadiya evro bizanin û ji bo parastina vî welatê azad, her demê ku pêwîst bû amade bin ji bo fîdakirina canên xwe, min pêwîst dît ku van gotinan binivisînim.


Ez zor spas dikim û qerdarê wanim ewên heta îro di saya Partî Demokratî Kurdistan û serokatiya vê partiyê da çi caran çok nedane erdê û li ser xeta berxwedanê rijd bûne, biriyara xwe ya têkoşîn û kêfaretê neguhartine, bi îrada xwe ya mezin û rêbaz û siyaseta xwe ya rast û aqilane û bi tektîkên xwe yên pêşkeftî em anîne vê rojê.

Rêjîn Ezîz Weysî

(Master di Mafên Yasayî de)
6 / 9 / 2013