Navê Sendîkayê kirin:
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye.
Di konferansê de ku 2 rojan berdewam kir û têde nêzîkî 150 rojnamevanên Kurdên rojava ji welat û ji Ewropa beşdar bûn, Neqîb, cîgir û sekreter jî hatine hilbijartin.
Rojnamevan Ciwan Mîranî bi 57 dengan bû Neqîbê Sendîkayê
Rojnamevan Imer Koçerî (36 deng) bû cîgir û rojnamevan Mesûd Hamid (29 deng) bû sekreterê Sendîkayê.
Her wiha encumek jî hate hilbijartin.