Serrûpel Nûçe A ji we re çîroka Ramîn

A ji we re çîroka Ramîn

Belav bike
“Îro roja yekem e ji mekteba kurê min Ramîn..di serê her kitêbê de ANDIMIZ (sonda me) heye, dibêje (ez Turkum û serkefti me û çiqasî bextewarim ku ez Turk im…) Ez pir pê êşiyam.. Beri 29 salan dema ez di kelecana çûna mektebê de bûm li Sûriye, me jî fêm nedikir çima sûretê Hafiz Esed û gotinên wî di rûpela yekem de ne.. Dewran dewrane lê her tişt wek xwe dimîne, berî 29 salan diya min bersiva min neda.. Îro min bersiva Ramîn neda, lê ez ji dil giriyam û min ji xwe pirsî çend sedsalê din emê di rûpela kitêbên xwe ya ewilî de malikeke Xanî, Cizîrî an Şex Seid, Şex Mehmud an ..an ..an bibînin.. Kurd ewqasî siyasetê dikin lê hê rûpela me ya yekem paqij nekirine.. Gelo ew siyaset êdî bi kêrî çi tê?” (Jana Seyda)