Serrûpel Nûçe “Kurdên Sûriyê naxwazin cuda bibin”

“Kurdên Sûriyê naxwazin cuda bibin”

Belav bike


Li ser pirsa gelo heta niha PYD di rewşa şer de ye? Salih Muslim wiha axifî: “Belê ji dema ji sala 2003’ê ve hatiye damezrandin, yekemîn li dijî rejîmê, ku wê demê peywendiyeke baş a rejîmê ligel Tirkiyê hebû û heta niha gelek zerar gehiştiye me û bi dehan kadroyên me bi destê îstîxbarata Sûriyê hatine kuştin. Lewma em yekem partiya Kurdî ne ku li dijî rejîma Sûriyê şer kiriye û dike.”

Derbarê vekişîna hêzên rejîma Esed de ji navçeyên Kurdî, Muslim got: “Tu hevahengî ligel PYD’ê nebû, yên ku vê propagandeyê jî dikin rast nabêjin. Berevajiya wê em zextê li hêzên rejîmê dikin, lê rejîmê nedikarî cepheyeke din a şer veke loma ji navçeyên Kurdî vekişiyan. Herwiha rejîm qet jibîr nake bê çawa sala 2004’ê li Qamişlo Kurd û Ereb li dijî rejîmê rabûn ser piyan.”

Derheqa tirsa mixalefeta Sûriyê de li ser xebata PYD’ê bo cudabûna ji Sûriyê, Salih Muslim got: “Tu bingeheke vê tirsê nîn e, ji ber hîç partiyeke Kurdî li Sûriyê propagandeya cudabûnê nake, em tenê daxwaza mafê xwe dikin, evna jî nayê wateya cudabûnê.” BasNews