Serrûpel Nûçe Fişek di serî û sînga wî de lêxistibûn û kuştibûn

Fişek di serî û sînga wî de lêxistibûn û kuştibûn

Belav bike

Laşê wî li gundê Xaltan, nêzîkî Cindêrisê hate dîtin.
Ew berî 10 rojan ji aliyê YPG ve hatibû girtin û zindanên YPG de bû.
Li ser laşê wî şopên îşkencê hebûn.
Partiya Azadî dibêje, ew çalakvanekî Kurd bû, endamê Partiya Azadî bû. Berê jî ew gelek caran ji aliyê hêzên YPG ve hatibû girtin.
Yekîtiya Siyasî ya Demokratîk ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û têde ew kuştin şermezar kir û weke tiştekî dûrî exlaqê Kurdayetiyê bi nav kir û ji YPG xwest ku hemû girtiyên li cem xwe serbest berde, bi taybet endamê polîtbîroya partiya Azadî Ebdulrehman Mihemed Neso û Siyamend Brîm û Seîd Îso, endamên El Partî.

Yekîtiya Siyasî got çi ziyanek bigihê wan kesan YPG berpirsiyar e.

AVESTA KURD