Serrûpel Nûçe Kurê Şêx Seîd li gora bavê xwe digere

Kurê Şêx Seîd li gora bavê xwe digere

Belav bike

Daxwaza wî ya tenê,  beriya mirinê dîtina gora bavê xwe ye. Di 29ê Hezîranê 1925an de Şêx Saîd hatibû îdam kirin û naye zanîn ku gora wî li ku ye. Ji malbata wî re tu daxuyaniyek û girteyên dadgehê nehatiye dayîn. Varisên Şêx Saîd nikarin mal û alavên wî yên taybet bikar bînin. Ferdên malbatê ji ber ku bifikar tên dîtin nikarin bibin dozger û di karên giştî de rastî astengan tên.

 ‘BILA KURD BIBIN YEK’

Şêx Ehmed Firat li navçeya Hinis a Erziromê dijî û nexweşiya wî gelekî giran e. Firat 92 saliye û weke dawî dixwaze, bila cihê gora bavê wî bê dîtin. Firat bi alîkariya nevîyê xwe Bawer Firat ve diaxive û ji kurdan re banga wî, hevgirtin e. Firat got tê xwestin ku kurd weke kirmanc û zaza, Elewî û Sunî bên perçe kirin. Firat wiha domand: Divê li dijî vê yekê kurd hişyar bin. Divê kurd ji êşên ku kişandine dersê bigrin û Firat wiha hişyar dike, “baweriya xwe carekî din bi kesên ku di paşerojê de ji kurdan re îxanet dikin re, neynin. Tevde têkoşînê bidin. “  

NÊVÎ NIKARIN JI DOZAN XILAS BIBIN

Şêx Saîd hat îdam kirin lê malbata wî nikare ji tundiyan xilas bibe. Nêviyê wî Hesen Besrî Firat, di 15ê tebaxê de ji ber axaftineke hat binçav kirin û bi merca darizandina negirtî ve hat serbest berdan. Lawikê Alî Riza ku kurê ê Şêx Saîd ê din e Bedrî Firat jî; dema ku Serokê Bajara Erziromê yê Partiya Demokratê bû axaftinek kiribû û ji ber vê hat girtin. Bedrî Firat 3 roj li girtîgehê ma û ji zagona serbestî yê qontrolkirî hat serbest berdan. Niha mecbûre ku heftê 2 rojan here qereqolê û îmzê bide. Birê Bedrî Firat Diyadîn Firat jî endamê Meclîs a Partiya BDPê ye. Ew jî ji ber ku di 15ê Tebaxê de axaftineke kiribû, doz lê hat vekirin.    

LI TAXA WÎ RE XIZMET TUNE YE

Li dijî Şêx Seîd rika Dewletê xilas nabe. Kîna dewletê ne tene malbat, hemû gund mexdûr kirin. Gundê ku lê dijîn di sala 1977an de bibû tax. Lê pirsgirêka bingeh a taxê hêj didomin. Tê nişan dayîn, ji ber ku malbata Şêx Saîd li vir dijîn pirsgirêka bingeh a taxê nayên çareserkirin. Ji ber ku ji dewletê xizmet nehat malbata Şêx Saîd bi derfetên xwe ve rêyek çêkirin. Av jî pirsgirekeke girîng e. Ji bo avê îhale hat kirin û tê payîn. Lê li taxê pirsgireka qenalîzasyonê dewam dike.  Hêj sîstemekê qenalîzasyonê ya taxê tune ye. Xeberên Kurdî