Serrûpel Nûçe 2 Kurd di bûyera Teqîna Hewlêrê de hatine girtin

2 Kurd di bûyera Teqîna Hewlêrê de hatine girtin

Belav bike
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê teqînên Hewlêrê de ku roja 29 Îlonê rûda bûn, , ji rojnameya Erebî El Şerq El Ewset re got, ew terorîsên ku bi teqîna Hewlêrê rabûn, ji Sûriyê derbasî başûrê Kurdistanê bûne.

Barzanî got, hêzên asayîşa Kurdistanê di demeke kurt dikaribû endamên wê grûpa terorîst bigire.

Serokwezîr her wiha diyar kir ku tehdîda li ser ewlekariya herêma Kurdistanê ji Sûriyê tê.

Li aliyê din, eşkere bû ku 2 kesên girtî, ji wan terorîstan Kurd in.

Lê heta niha ne diyare ew Kurdên kuderê ye.

AVESTA KURD

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, qebareya weberhênana navxweyî, erebî û biyanî li Herêma Kurdistanê di hemû waran de bilind dibe. Barzanî her wiha da zanîn, encamderên teqînên Hewlêrê ji Sûriyê derbasî Kurdistanê bibûn.

Serokwezî Barzanî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerqulewset re diyar kir ku hemû deskeftên ku li Herêma Kurdistanê bi dest ketine, bi xêra aramiya rewşa ewlekariyê ne.

Nêçîrvan Barzanî her wiha got ku, ew ji pilan û programên xwe yên avakirin û weberhênanê ku armanca wan pêşketina Herêma Kurdistanê ye, paşve nakişin.

Derbarê teqînên roja 29 îlonê yên li Hewlêrê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, grûpa teroristî ya ku êrîşên han encam dane ji Sûriyê derbasî nav Herêma Kurdistanê bibû.

Nêçîrvan Barzanî got ku, hêzên asayişa Herêma Kurdistanê di demeke gelek kurt de karîn endamên wê grûpa teroristî bigirin.

Serokwezîr Barzanî her wiha diyar kir ku, gefa li ser ewlekariya Herêma Kurdistanê ji Sûriyê tê, ji ber ku bandora rewşa li wir li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî heye.

Nêçîrvan Barzanî got ku, parastina rewşa ewlekariyê, jiyana welatiyan li Herêma Kurdistanê ji wan re ji hemû tiştekî girîngtir e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku, ew dest ji wan deskeftên mezin yên ku bi bawerî û piştgiriya welatî û dilsozên di nava hikûmetê de bi dest ketine, bernadin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/111020131#sthash.QC53bAa4.dpuf