Serrûpel Nûçe Barzanî peyama sersaxiyê ji Salih Mislim re şand

Barzanî peyama sersaxiyê ji Salih Mislim re şand

Belav bike
Birayê minê birêz Kak Saleh Muslîm

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanê

Bi bihîstina nûçeya şehîdbûna Şervan ê kurê we gelek xemgîn bûyîn. Hevxemî û serxweşiya xwe pêşkêşî cenabê we û malbata we dikîn. Hêvîdarîn xem û newxeşiya we ya dawî bê. Gelê Kurdistanê li rêya azadiyê da gelek qurbanî û şehîd daye û ji wê yekê bawerîn qurbanîdana gedeyên gelê me encama xwe dibe û gelê me digihe mafên xwe yên rewa.

Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.10.2013