Serrûpel Nûçe Nameyek ji Ehmed Türk re:

Nameyek ji Ehmed Türk re:

Belav bike


 

Rêzdar Ehmed Türk,

we bi serdana Kobanîyê û dilxweşkirina dilê dayik û xizm û xelkên şehîdan karekî qenc kir ku bi rastî jî cihê spasiyê ye. Ev yek du mirov nikarin li ser li hev nekin. em vê gavê jî gaveke erênî dibînin, lê ji kerema te ku hinek dema te hebe tu li min guhdarî bikî ê qenc be.

Me dixwest ku serdana te ya Rojava, ne serdaneke partiyatî be, belê ew kurdewarî be, ango di vê serdanê de hûn ne wek ku ji bo hilbijartinên parlemantrea Turkiyê tev bigerin, mixabin we ev îmaj da xuyakirin wek ku hûn hatine dengên hilbijêrên xwe zêdetir bikin. Eger mesele şehîd bana, Rojava tijî şehîd e, ji Dêrikê de bigir heta Efrînê, li Amûdê Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û deverên din, dayikên kezebşewitî hene li hêviya kesayeziyeke mîna te ne ku derbasî malên wan bibe, û li ser merş û cilikên wan rûne û taseke ava wan jî vexwe û fatiheyekê li ser giyanê şehîdên wan jî bixwîne. Di vê rewşa hestyar û hesas ya Rojavayê birîndar de, divabû serdana te serdana birayekî mezin ba, ne serdana hevpeymanê partiyekê ba, ku ew partî bi xwe jî  bi nêrîna gelek kesên Rojava partiyeke diktator û kujer e.

Me dixwest û hêvî dikir ku toza Amûdê jî li sakuyê te bigre, Diya Seedê Seyd û Berzanîyê mala Qirno û Nadir Xelo û Elîyê Rindê û Arasê Bengo û Şêxmûs jî bi dîtin û suhbeta te kêfxweş bibin û hinekî kela hinavê wan û agirê kezeba wan î şewitî daketa. Me hêvî dikir ku hûn derbasî mala Welat Hisê jî bibin  ku belkî du sed metreyî dûrî te û hevalên te bû. Efrîn jî li hêviya we bû, malbatên gelek şehîdan û mla Kawa Xelîlê ku cendekê wî berî neh deh rojan avêtibûn jî ҫavnêrî serdana we bû, lê…

Bi vê serdana xwe, birêz Ehmed, we kînewarî zêdetir kir, we li şûna ku avê li agirê ku belkî hûn nabînin bikin, we benzîn bi ser d erû kir. Mixabin serdana we kîna ku di nava gel de serî hildide zêdetir kir.

We bi vê serdana xwe isbat kir ku hûn siyaseta „pîvana bi du elbikan“ dimeşînin, ku ew jî siyseteke tehlukedar e û dê Rojava bide ber xwe. Me hûn ji wisa zanatir texmîn dikir, me digot ҫawa be ew kesayetiyên me yên bakur ne mîna xeyrî xwe ne derdê wan bi tu partiyên Rojava re nîne, ew dikarin li gel her kesî û her fikreke din rûnin û bidin û bistînin. Ji xwe ji zû de ye ҫavê me lê  bû ku PKK yan jî BDP rabe komik û partiyên Rojava bîne ba hev û wan lihev bîne, ne ku bibe alîgirê terefekî li dijî terefekî din.

Bibûre birêze Ehmed Türk serdana we ne serkeftî bû, ne kurdewarî bû, loma jî dê ew him di jiyana we de  him di mêjûya partiya we de nuqteyeke reş be. Li şûna ku hûn kil bikin rêzdar Ehmed Türk, we kor kir.

Silav û rêz

Jan Dost- Almanya

13.10.2013