Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bi wesîleya Cejna Qurbanê li avahiya Rêxistina BDP’ê ya Hezexê bi welatiyan re civiya û cejna welatiyan pîroz kir. Serokê BDP’ê yê Hezexê Ekrem Yanli, Cîgirê Şaredarê Hezexê Selahattîn Acar, endamên Meclîsa Giştî û şaredariyê û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên Suryanî jî di pîrozbahiyê de amade bûn. Piştî pîrozbahiyê Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan diyar kir ku bi sedan sale li Mezopotamyayê welatiyên xwedî nasnameyên cuda baweriyên cuda di nava aramiyê de bihevre jiyanin. Kaplan bibîr anî ku welatiyên gundê Midihê weke her cejnê vê cejnê jî tevlî pîrozbahiya Misilmanan bûne û wiha got: “Em bi yekîtiya gelan gelek dilxweş in. Rengên, dengên, baweriyên, ziman û nasnameyên axa qedîm weke berê çawa bi hevre jiyan emê ji îro şunve jî bi hevra bijîn. Bi hezaran sale em bi hevre jiyane, carek din derfetên ku em bi hevre bijîn hene.”
‘YÊ KU AGRBESTÊ XERA BIKE PADÎŞAH JÎ BE DÊ DI BIN DE BIPELIXE’
Hasîp Kaplan û welatî piştî pîrozbahiyê derbasî bajarokên Botan û Ereban bûn û cejna welatiyên bajarokan pîroz kir. Welatiyên bajarokan Kaplan bi awayek bi coş heyet pêşwazi kir. Piştî pîrozbahiyê Kaplan gotinên Serokwezîr yên derketina nimêja cejnê bibîrxist û wiha got: “Erdogan bi agir dilîze. Dê pêvajoyê xera bike. Bi boneya hilbijartinê herêma bidest bixe û ji bo kursî winda neke, pêvejoya çareseriya demokratîk xirap bike. Şerê 30 salin berdewam dike ev saleke bi agirbestê hatiye sekinandin. Kesên pêvajoya agirbestê xirap bike Serokwezîr jî be, Padîşah jî be, kî dibe bila bibe ew û partiya wî dê dibin pêvajoyê de bên pelixandin. Bila tu kes bi tu awayî zimanê xwe bê “aştiyê” bikar neynin. Êdî kes van gotina qebul nakin”
‘EM HERDEM LI HEMBERÎ DÎKTATORANIN’
Kaplan, “pakêta demokratbûnê” ya ku ji aliyê Serokwezir ve hat vegotin rexne kir û wiha got: “Pakêta Serokwezîr vala derket. Divê pakêtê de gelê Kurd ji Erdogan re dibêje ‘ka zimanê min, ka çanda min, ka nasnama min, ka diroka min, “
Heyeta BDP’ê ziyaretên li gundê Hezexê berdewam dike. ANF