Serrûpel Nûçe Kê sedema kuştina serokê Partiya El Wehde veşart?

Kê sedema kuştina serokê Partiya El Wehde veşart?

Belav bike
Dema ku jiyana xwe ji dest dabû, partiya wî gotibû ku ew bi celteya dil miriye. Lê vê dawiyê hinek wêne hatine weşandon, ew wêne diyar dikin ku ew di bin îşkencê de hatiye kuştin.

Grûpek bi navê Grûpa Îslamî Imer ya Şoreşgerî, di nava daxuyaniyekê de hinek wêne weşandin û têde diyar kirin ku ew bi îşkencê hatiye kuştin.

Ew grûp dibêje, di dema kuştina wî de, malbata wî şandine gund, ew bi lez li Qamişlo veşartine bêyî ku otopsiya laşê wî were kirin û were zanîn ka çima hatiye kuştin.

Grûp dipirse gelo kuştina wî di berjewendiya kê de bû?

Ev sûretên hûn dibînin, bi kamîraya telefonekê hatine girtin û têde diyar dibe ku ew di bin îşkencê de hatiye kuştin, ne bi celteyeke dil, weke ku dihate gotin.

Gelo, wê bersiva serokatiya partiya El Wehde ji van dîmenan re çi be?

Li gora ku dê wêneyan de diyar dibe, îşkenceyeke giran li wî hatiye kirin, li gor ku xuya dibe ew bi werîzekî daleqandine, her wiha laşê wî otî kirine, şewitandine.

Ew roja 18.10.2010 de hatibû kuştin, li gor van wêneyan.

Lê bi fermî hatibû ragihandin ku dilê wî sekiniye û ew miriye.

AVESTA KURD