Serrûpel Nûçe Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diçe Îranê

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diçe Îranê

Belav bike


Li gor malpera Bultennews a Îranê, di serdana Barzanî ya Tehranê de pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê mijara serekî ya gotûbêjan dibe.

Çavkaniyekê ji malpera navbirî re gotiye ku di vê serdanê de Nêçîrvan Barzanî dê ligel rayedarên paye bilind ên Îranê bicive û li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê hu peywendiyên duqolî gotûbêjan bikin.

Biryar e hefteya dahatû Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih serdana Îranê bike û ligel rayedarên Komara Îslamî bicive. Basnews