Serrûpel Nûçe Aliyê sêyemîn kî ye?

Aliyê sêyemîn kî ye?

Belav bike
Bayik di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya tirkî Yeni Urfa ku li Ruha derdikeve got, eger pêvajo neçe serî wê berxwedaneke mezin dest pê bike.

Bayik herwiha diyar kir ku dema w

Bayik 3 mercên sereke ji bo berdewamkirina pêvajoyê dide pêşiya Tirkiyê, yek ji wan pêkanîna daxwazên serokê PKK Ocalan, guhertinên di yasayê de û her wiha di pêvajoyê de aliyekî sêyemîn jî cih bigire.

Bayik behsa wê yekê nekir ka mebesta wî ji aliyê sêyemîn kî ye.

AVESTA KURD

Hevserokê desteya rêveber a KCKê Cemîl Bayik ragihand ku eger hikûmeta Tirkiyê sê mercên wan bi cî bîne, wê pêvajo berdewam bike.

Cemîl Bayik di hevpeyvînekê li gel rojnameya Yenîorfa got “Eger pêvajo tenê di diyalogê de bimîne, wê bibe ziman dirêjî, ya danustandineke bi romet, yan jî berxwedaneke ji agir”.

Bayik herwiha diyar kir ku dema wan gerîla vekişandin, AKPê amadekariya şer kir û ku wan şer rawestand, hikûmeta Tirkiyê berê şer da Rojavayê Kurdistanê.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik destnîşan kir ku eger şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bên sererastkirin, guhertinên yasayî werin kirin û aliyekî sêyemîn li danûstandinan bê zêdekirin, dê pêvajoya aşitiyê dewam bike.

Bayik derbarê cîbicînekirina her sê mercan de hişyarî da  û got “Eger ew sê merc neyên pêkanîn emê gerîlayên xwe vegerînin Bakur û îhtîmala şerê navxweyî jî çêbibe ne dûre”.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/291020134#sthash.nAyMqMZQ.dpuf