Serrûpel Nûçe Li Tirkiyê Serokwezîrê wê boriya neftê veke

Li Tirkiyê Serokwezîrê wê boriya neftê veke

Belav bike

Ergoşî got:

– Li ser vexwandineke fermî ya serokwezîrê Tirkiyeyê Receb teyb Erdogan, roja 31ê vê mehê, serokwezîrê Kurdistanê dê bi fermî serdana Tirkiyeyê bike û digel mezine berpirsên wî welatî  bicive.

Li dor pirograma serdana serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê, Ergoşî got ku, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de dê digel serokwezîr Receb Teyb Erdogan û digel wezîrê derve Ehmed Dawudoglo bicive û peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê û rewşa hermî minaqeşe bikin.

Li gor hindek çavkaniyan, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê dê di vê serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de boriya neftê a nefta Kurdistanê digehîne Tirkiyeyê veke. Ew boriya Neftê dikar rojê 350 hezar bermîlên neftê bişîne Tirkiyeyê. Rojevakurd