Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva îdiayeka malpera ANF’ê ya nêzîkî PKK-ê da. Li gor ANF-ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji rejîma Sûriyê re gotiye ku PYD’ê ji Rimêlan derxin û PDK û rejîma Sûriyê dikarin bi hev re petrola Rimêlan li hev parve bikin. ANF’ê xwe spartiye çavkaniyeka nediyar ku qaşo nêzîkî Berpirsê Têkiliyan yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Darbendî ye
Serokatiya Kurdistanê di daxwiyaniya xwe de bersiva vê îdiayê da û got: ‘‘Em ji xelkê Kurdistanê re radighînin ku ji serî heta binî ev nûçe ji rastiyê dûr e û armanca vê nûçeyê tenê ew e ku hevkariya PYD’ê ya bi rejîma Sûriyê re veşêre, herçiqas têkiliyên di nêvbera YPG’ê û Artêşa Sûriyê de wek tava rojê diyar e û hemû xelkê Kurdistanê dizane di her şerekî ku PYD dike de piştgirî û hevkariya rasterast ya Artêşa Sûriyê heye.’‘
Daxwiyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha bi dawî dibe: ‘‘Peyama eşkere ya gelê Kurdistanê ji bo PYD’ê ew e ku madem hun ji îradeya gelê xwe şerm nakin û tirsa we ji Xwedê û milet nemaye û hemû armanca we bûye xizmetkirina dagirkeran êdî hun çi bixwazin bibêjin û bikin.’‘