Serrûpel Nûçe Şaredara Nisêbînê dest bi rojiya mirinê kir

Şaredara Nisêbînê dest bi rojiya mirinê kir

Belav bike


Gokkan ku li cihê dîwarê şermê tê lêkirin dest bi grevê kir, da zanîn ku dewleta tirk bi dîwarê şermê  qada bi mayîn diparêze. Gokkan diyar kir ku ligel çalakî û rojiya mirinê înşakirina dîwarê şermê didome û got rayedaran hêj daxuyaniyeke fermî bo wê nekiriye.

Gokkan anî ziman ku duh û îro Qeymeqam geriyaye û gotine dê jê re nivîsê bişîne û got tu belgeyeke fermî negiştiye wê.

Gokkan wiha pê de çû: “Qeymeqam got wekê tê gotin dê dîwar ne du metre be û metreyek û 20 santim be.  Pirsgirêk ne ku dîwar çend metre be. Pirsgirêk înşakirina dîware.

Bi lêkirina dîwarê şermê peymana Ottowa ya ku Tirkiye jî alîgirê wê ye tê binpêkirin û got dîwar qda bi mayîn diparêze. Çêkirina vî dîwarî sûce.  Ez ji rêveberiyên herêmî berpirsyarim. Tu agahdariyek nayê kirin. Serokwezîrê tirk Erdogan ji bo dîwarê li Filîstinê hatiye avakirin got ‘dîwarê şermê’ û liv ir jî peyama ‘Emdê dîwarê şermê Înşa bikin, hunê jî binêrin’ da. Divê sedema înşakirina dîwar bê aşkerakirin.

KESÎ NÊZÎ GOKKAN NAKIN

Şaredara Nisêbînê Gokkan ku şeva xwe li ber dîwarê tê înşakirin derbas kir, kesên tên serdana wê jî desturê nadin nêzê wê bibin. ANF