Jêdereke pêbawer ji heftenameya Bas re got, ku Cemîl Bayîk, Kesên weke berpirsiyarê pêwendiya di KCK de Ahmet Deniz, cîgirê wî û beroirsiyarê çapemeniyê di PKK de û her wiha berpirsiyarê ajansa Firat Roj Welat, Endamê ragihandinê di PKK de Diyarî Qamişlo, berpirsiyara rêkxistinê li Qendîlê Heval Demhat û endamekî din yê komîsyona ragihandinê ji kar bi dûr xistin.
Jêderê ji rojnameyê re gotiye, kesên ku hatine cihê wan Elewî ne û nêzîkî xeta
Cemîl Bayik in.
Piştî ku Murat Karayilan ji serokatiya KCK bi dûr ket, kesên ku nêzîkî wî bûn ji birêvebirina karê siyasî yê KCK hatine bi dûr xistin û Cemîl Bayik kesên nêzîkî xwe li cihê wan danîn.
Li aliyê din endamê Konseya Pêwendiya deve di PKK de Zagros Hîwa ji Bas re got ku ew guhertin çêbûne lê tu kêşeyên navxweyî tune ne.