Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk beşdarî merasîma vekirina Bulvara Qamişlo ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat çêkirin bû û piştî merasîmê bersiva pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên di rojevê de da.
Ahmet Turk diyar kir ku beşdarbûna Barzanî di gera Erdogan a Diyarbekirê de wê rê li ber nîqaşan veke û wiha axifî: ‘‘Ez rojek berê li Hewlêrê bûm, lê di vegerê de bi hatina Barzanî ya bo Diyarbekirê hesiyam. ‘Birêz Barzanî kesayetiyeke ku gelê Kurd hirmeta wî digire. Çavê Kurdan li Birêz Barzanî ye. Beriya niha Birêz Barzanî ji bo Newroza Diyarbekirê hat vexwendin û em li bendê bûn ku bihata serdana BDP’ê. Lê belê Birêz Barzanî nehat, ku ev der ji bo Kurdan bajarekî girîng e. Diyare ku hatina Birêz Barzanî li ser vexwendina Serokwezîr, dê di nava Kurdan de rê li ber nîqaşên mezin veke. Armanca me ne nîqaşkirina bi Barzanî re heye û em naxwazin bê nîqaşkirin. Lê belê peyamên ku Birêz Barzanî di vê serdanê de bide girîng e. Daxuyaniyên ew bide, dê me bighîne encameke zelaltir. Lê bêguman divê hêviyên gelê Kurd rast bixwîne, peyamên ku bide gelê Kurd gelekî girîng in. Dibe ku hinekan ji bo hilbijartinên pêş ew vexwendibin. Gel vê îhtimalê jî nîqaş dike. Hêvîdarim ku dê haya Barzanî ji vê rewşê hebe û nekeve nava rewşeke bi vî rengî. Em hêvîdarin ku Barzanî rola xwe bileyize û serdana wî fêdê bide pêvajoya çareseriyê.’
Ji aliyekî din ve Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî ragehand ku şerefeke mezin e ku wek şaredariyê pêşwaziya birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biken eger serdana wan bike. BAS