Serrûpel Nûçe BDP tûj li dijî Barzanî axifî

BDP tûj li dijî Barzanî axifî

Belav bike

Li Amedê li avahiya BDP ya bi navê Vedat Aydin, civêneke BDP ya berfereh hate çêkirin. Di civînê de parlameterê BDP yê Amedê , Nursel Aydoğan, hevserokê BDP yê Amedê Mehmet Emin Yılmaz û gelek kesên din amade bûn.

Mehmet Emin Yılmaz li ser hatine Barzanî ji bo Amedê axifî û ew rexne kir.

Got, “Di demeke wiha de Erdogan Barzanî ji bo Amedê dawet dike, ku dixwaze propagandaya partiya xwe bike ji bo hilbijartinan.

Barzanî rola wî ya sereke ew bû, li darxistina Kongreya Netewî ya Kurd bû, ew 3 carin tê bi paşxistin.

Barzanî ji bo Newroza 2013 Amedê hate dawetkirin, ku nêzîkî 2 mîlyon Kurd têde beşdar bûn, lê nehat,  Barzanî ji bo yekîtiya Kurdan mîsyona xwe bi cih nayne, lê beşdarî kongreya AKP dibe, li ser banga serokwezîr tê…”

Yilmaz wiha berdewam kir: “AKP, xwest bi Burkay re ji xwe re li Kurdistanê bingehekê çêbike, lê bi serneket, lê niha dixwaze li ser Barzanî çêbike…”

Parlamentera BDP ya Amedê Nursel Aydoğan got Barzanî û BDP xwestin li pêşiya şoreşa Rojava astengan derxînin. Wiha got:

Barzanî dibêje divê giraniya min li rojava hebem lê biborîne birêz Barzanî, birêz Ocalan 20 salan li Sûriyê maye, eger niha xeta Ocalan li wir destelate, ew encama wê keda Ocalan e. Tu weke serokekî Kurd ne werî Tikriyê, lazime tu ji serkeftina şoreşa Rojava re li çepikan bidî…”

Li aliyê din şaredarê Amedê Osman Bayademir got ewê bi rûmeteke mezin pêşwaziya Barzanî bikin.

Beşekî mezin di nava BDP de bi serdana Barzanî kêfxweş in û xwe ji bo pêşwaziya wî amade kirine.

AVESTA KURD