Di raporta bi navê ‘Kurdistana İraqê: ber bi dewletbûnê ve’ de, wiha tê gotin: ‘’Pêngavên Kurdan li navçeyê wêna pêşan didin ku bi bêdengî hewl didin dewletekê bo xwe çêbikin û dest bi jinavbirina wan sînoran bikin ku di dawiya şerê yekem ê cîhanê de ji aliyê welatên bihez ve hatine danîn û navçeyên Kurdî di navbera Tirkiye, Îran, İraq û Sûriyê de hatine dabeşkirin. Niha Kurdan dest bi dîplomasiyeke bihêz kirine daku ew xewna qedexekirî ya welatbûna wan were cîh.’‘
Raporta BBC wiha berdewam dike: ‘’Guman jê nayê kirin ku krîzên îro yên li İraqê û lawazbûna dewleta Federal a Bexdayê, bûye sedemek bo wêya derfeteke baş ji Kurdan re çêbibe daku bighin xwebirêvebirineke navçeyî û bi aramî gavan biavêjin ber bi tiştekî zêdetir ji otonomiyê.’‘
Derbarê mijarê de pisporê siyasî yê Tirk Solî Ozel ji BBC’yê re wiha gotiye: ‘’Kurdan di pratîkê de dewleta xwe ya serbixwe li Bakurê İraqê avakirine.’‘ Ozel, Tirkiyê wek mînak pêşan dide û dibêje: ’‘Di çendîn salên borî de dewleta Tirkiyê ji bo qirkirina Kurdên di nav sînorê xwe de, şerê Kurdan kir û hewl da peyva Kurd bê qedexekirin û wek ’‘Tirkên Çiyayî’‘ bên binavkirin, lê niha Tirkiye girîngtirîn hevbeşê bazirganî yê Herêma Kurdistanê ye.’‘
Raporta ku nexşeyeke Kurdistana mezin jî têde hatiye belav kirin, wiha berdewam dike: ‘’Piraniya Kurdan bi wê hêviyê ne ku welatekî wan ê yekgirtî hebe, daku Kurdên Tirkiye, İraq, Sûriye û Îranê xwe di yek welatê yekgirtî de bibînin û wiha nafikirin ku ev xewna wan hewqasî dûr be. Ji aliyekî din ve piştgiriya Tirkiyê heta wê demê berdewam dibe ku hewldanên avakirina dewleta Kurdî tenê Herêma Kurdistanê li xwe bigire, lê li beramberî Hewlêr, bi awayekî gelekî şareza bi kartan dileyize.’‘
Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Pirsa serekî ew e ku yeksaniyekê di navbera hêviyên siyasî yên dem dirêj û rastiyên dîplomatîk ên niha de çêbikin. Tu ji her Kurdekî bipirsî ka gelo Kurdistaneke serbixwe dixwaze yan na, bê virde wêde bersiva wî-ê belê dibe. Lê stratejiya Kurdistanê ew e bi rêyên aştiyane bigihe armanca xwe, em naxwazin bibin sedema rûxana İraqê.’‘
Derheqa heman mijarê de pisporê navdewletî û xwediyê kitêba ‘Dewleta Kurdistanê’ Barzan Cewher ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Niha hemû bingeh û prensîbên dewletbûnê yên Herêma Kurdistanê hene. Bûyerên vê dawiyê çêdibin jî vêna pêşan didin. Di referandûmekê de jî dema ku ji sedî 97’ê gel deng ji bo serxwebûnê bide, wate dema wê hatiye ku Kurd jî bibin xwedan dewlet.’‘ Basnews