Serrûpel Nûçe Kandîdên hikûmeta Barzanî yên nû kî ne?

Kandîdên hikûmeta Barzanî yên nû kî ne?

Belav bike


Li gor wan agahiyên ku gehiştine rojnameya Basê, eger hemû alî bigihin rêkeftinekê li ser hikûmeteke koalîsyon a berfireh, ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hatiye yekalîkirin ku Nêçîrvan Barzanî dibe serokwezîr, lê heta niha nehatiye yekalîkirin ka dê kî bibe cîgirê serokwezîr.

Li gor heman zanyariyan, eger ew meqam bigihe Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Qubad Talabanî, Hakim Qadir û Dr. Necmedîn Kerîm namzet in ji bo wî meqamî, herwiha Aştî Hewramhi jî her wek wezîrê çavkaniyên xwezayî dimîne. Îhtîmaleke zêde heye ku Dilşad Şehab her li cihê xwe bimîne wek wezîrê şaredariyan, dibe ku Newzad Hadî jî yan wezareta plandanînê an jî wezareteke nû bi navê wezareta karûbarê civata wezîran werbigire.

Eger Tevgera Goran jî beşdarî hikûmetê bibe û postê serokê parlamentoyê nedinê dibe ku meqamê cîgirê serokê parlamentoyê werbigire, ji bo vê mebestê jî Yusif Mihemed namzet e, ji xeynî wezareta girîng daxwaza du wezaretên din jî dikin, eger heye ku wezareta navxwe bigihe wan û navê Osman Hacî Mehmûd û Mistefa Seyîd Qadir ji bo wî postî derbas dibin.

Herçiqas egereke zêde heye ku wezareta darayî her wek pişka YNK’ê bimîne, ji bo vêna jî navên Bayiz Talabanî û Dr. İzet Sabîr tên gotûbêj kirin. Ligel ku Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragehandiye ku daxwaza 2 wezaretan dike, lê wezaretek digihiyê û tê çaverêkirin ku ew jî wezareta bazirganî û pîşesazî be, ligel wezareteke din. Komela Îslamî ya Kurdistanê jî wezaretekê werdigire û dibe ku ew wezaret jî kiştûkalî be û navê endamê polîtburoyê Mihemed Hekîm bo wî postî derbas dibe.

Çavê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî li wezareta ewqaf û karûbarê olî ye, bo wî meqamî jî Kamîl Hacî Elî li cihê xwe dimîne. Lê belê îhtîmaleke zêde heye ku vê carê ew wezaret negihe partiyeke Îslamî. Li gor heman zanyariyan eger rêkeftin bê kirin, Partiya Komunîst a Kurdistanê her wezareta rewşenbîrî werdigire û Dr. Kawe wezîrê niha her li cihê xwe dimîne.

Arasteya Sêyem ku yek kursiyê wê heye, ger wezaretek bigihiyê Bapîr Kamîl namzetê wî meqamî ye. Herwiha Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê jî her wezareta elektrîkê jêre dimîne. Aliyên Mesîhî û Turkmen jî bi wezîr, şêwirmend û rêveberên giştî beşdarî hikûmeta nû ya Kurdistanê dibin.

Di vê derbarê de çavdêrê siyasî Nasîh Berzencî ji Basê re got: ‘’Tişta tê xwiyakirina hikûmeta vê carê hikûmeteke koalîsyon a berfireh dibe. Mixalefet jî tevî hikûmetê dibe û zêdetir dê giraniya Tevgera Goran hebe. Herwiha eger Tevgera Goran cîgirê serokwezîr wernegire, postê cîgirê parlamentoyê digihiyê.’‘

Berdevkê Komela Îslamî Mihemed Hekîm jî bo Basê wiha axifî: ‘’Komela Îslamî ligel aliyên din ên mixalefetê, ger şertên wê werin cîbicîhkirin, dê beşdarî kabîneya nû bibe û heta niha ji bo wezaretan jî tu nav nehatine destnîşankirin.’‘

Roja 06.11.2013’ê yekemîn rûniştina gera çarem a Parlamentoya Kurdistanê hat kirin, tê çaverêkirin jî ku di van nêzîkan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî rasipêre bo pêkanîna kabhineya nû ya hikûmeta Kurdistanê. Bas