Serrûpel Nûçe Bergumanekî kuştina zêrevanê Talabanî hate kuştin

Bergumanekî kuştina zêrevanê Talabanî hate kuştin

Belav bike

Du serê sibê zû Serwet Hemereşîd, berî ku wê rojê bifire û biçe Almanya, cem nexweşxaneya ku Talabanî lê dimîne, di mala xwe de ji aliyê 3 kesan ve bi 3 gulleyan li Silêmanî di mala xwe de hate kuştin.

Heta niha eşkere nebûye bê ew kesê ku asayîşê xwestiye wî bigirin kî ye.

AVESTA KURD

Asayişa Silêmaniyê ragihand ku hêzên wan karîn tometbarekî bi kuştina berpirsê zêrevanên Serokomarê Iraqê bikujin, piştî ku wî asayişek kuştiye.

Li gor daxuyaniyeke Asayişa Silêmaniyê, piştî wergirtina fermana dadwer, hêzeke hevpar a polîs û asayişê hewldan “wî tawanbarî” bigirin, lê xwe radest nekir û rûbirûyê asayişê bû.

Di daxuyaniyê de wiha hatiya gotin: “Hêzên asayiş û polîs bi mebesta girtina tometbarekî bi kuştina berpirsê zêrevanê Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Serwet Hemereşîd bi fermana dadwer çûne mala wî tometbarî, lê wî xwe radest nekir û rûbirûyê hêzên asayişê bûye, di encamp de ew û yek ji hêzên asayişê jiyana xwe ji dest dan”.

Duh serê sibehê, berpirsê zêrevanê Talebanî, Serwet Hemereşîd di nava mala xwe li bajarê Silêmaniyê hat kuştin.

Peymanêrê Rûdawê li Silêmaniyê ragihand ku şeva borî li Silêmaniyê dengê fîşekan hat bi taybet li taxa Şêx Mihêdîn û Aştî.

Derbarê tometbarê ku hatiye kuştin, peyamnêrê Rûdawê got ku li gor zanyariyên destpêkê ew tometbar pêşmerge bû, lê çavkaniyekê ji Asayişa Silêmaniyê ji Rûdawê re got “Tometbar ne pêşmerge bû”.

Peyamnêrê Rûdawê Behroz Ferîdon herwiha got ku beşek ji fîşkan ku duh hatine berdan di çarçoveya operasyona girtina otombêla BMW ya reş ku ji bo encamdana gelek tawanên li bajarê Silêmaniyê hatiye bikaranîn.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/211120132#sthash.XLYh0ARk.dpuf