Serrûpel Nûçe Têkdana asayîşa Silêmaniyê xeta sor e!

Têkdana asayîşa Silêmaniyê xeta sor e!

Belav bike


Serokê şanda danûstandin a PDK’ê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê kir û ligel Sekreterê Partiya Komunîst Kemal Şukur civiya.

Piştî civînê di press konferansekê de Nêçîrvan Barzanî û Kemal Şukir derbarê naveroka civînê de agahî dan û gotin ku civîn erênî derbas bûye. Derbarê rewşa Silêmaniyê de jî Barzanî got: ‘’Em ê wek hikûmetê bi erkê xwe rabin û têkdana asayîşa Silêmaniyê xeta sor û em ji hîç aliyekî qebûl nakin.’‘

Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Ya ku me li hev kom dike hevpeymaniya PDK û Partiya Komunîst e, nerînên me nêzîkê hev in, îro jî piştgiriya xwe bo proseya siyasî nîşan dan û evna jî dilxweşker e. Herwiha tu mercên Partiya Komunîst jî nebûn bo pêkanîna hikûmetê.’‘

Derheqa rewşa Silêmaniyê de jî Barzanî got: ‘’Li ser wê rewşa li Silêmaniyê heye em nabin navbijên, em dê erkê xwe wek hikûmetê li Silêmaniyê yan her cihekî din cîbicîh bikin, xeta me ya sor têkdana rewşa ewlekariyê ya û em ji hîç aliyekî qebûl nakin ku asayîşa wî bajarî têk bide.’‘

Derbarê civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa de jî Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Me Noşîrwan Mistefa vexwendiye daku serdana cenabê Serokê Herêmê Mesûd Barzanî bike û di van çend rojan de serdan çêdibe û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin.’‘

Di civîna çapemeniyê de Barzanî qala boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê  kir û got: ‘’Boriya petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ber bi temambûnê ve diçe, danûstandinên navbera şandên herdu aliyan berdewam in, em tu pirsgirêkan jî nabînin ku bên pêşiya vê proseyê.’‘

Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Şukur jî wiha axifî: ‘’Peywendiya me ya ligel PDK’ê dîrokî ye û di dema xwe de me nan û dew bi hevre xwariye, em kêfxweş in ku niha hikûmeta herêmê heye, di demekê de ku em dizanin gelek tişt hatine kirin, em çaverê dikin hikûmeteke nû û pêşketî were pêkanîn ku sûd ji kesên xwedan şiyan bê wergirtin û kesên hêja li cihên hêja bin.’‘ Basnews