Teqîn bi otomobîlên bombekirî çêbû.
Di teqîna yekem de, ku li Diwarzorî çêbû, 11 leşkerên rêjîmê birîndar bûn, eskerek hate kuştin, zarokek birîndar bû.
Teqîna duyem, buseke VAN li pêşiya asayîşa PYD teqiya, 3 kes hatine kuştin, yek ji wan asayîş bû, gelek birîndar bû, birîna hinekan ji wan giran e.
Teqîna sêyem, li Til Merûf rûda, li pêşiya YPG, 2 endamên YPG birîndar bûn.
Heta niha nayê zanîn ka kî bi wan teqînan rabûye, lê guman diçin ser rêkxistina DAIŞ.
AVESTA KURD
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berî demjimêrekê sê teqîn çêbûn û di encamê de herî kêm 4 kes mirin û gellek kes jî birîndar bûn.
Îro danê êvarê li bajarê Qamişlo û derdora wê sê teqîn çêbûn ku teqîna yekem li gundê Tilmarûfê yê nêzîkî bajêr, ya duyem li Meydana Zorê ya bajêr û teqîna sêyem jî ku teqîneke xwekujî bû, li taxa Qenatsiwêsê li nêzîkî asaiyşa PYDê rû da.
Li gorî agahiyên nûçgihanê Rûdawê, heta niha di teqînan de 4 kesan jiyana xwe jidest dane û bi dehan birîndar hene.
Ji aliyekî din, li gorî nûçeya ANFê, di nav miriyan de 2 endamên asayişa PYDê hene.
Hat gotin ji ber teqînan tirsek mezin ketiye nav xelkê bajêr.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2311201311#sthash.OXvu4B3T.dpuf