Serrûpel Nûçe Ciwanên başûr çima diçin şerê Sûriyê

Ciwanên başûr çima diçin şerê Sûriyê

Belav bike
Di civîna Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin, biryar hat dayînkomîsyonek ji  bo lêkolînkirina derbarê sedem û pêşîgirtina çûyîna xortên kurd ên başûrî bo nav komên îslamî yên radîkal li Sûriyê pêk were. Li gorî daxuyaniya civînê, lêjneya han li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurditanê û dê bi serokatiya Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî pêk were. Wezîrê Karûbarên Ayînî Kamîl Hacî Elî jî ragihand, ji mela û zanayên ayînî re gotine ku di xutbeyên mizgeftan de li ser wê mijarê bisekinin û şîretan li xortan bikin ku neçin tevlî komên radîkal ên Sûriyê nebin. Li gorî agahiyên fermî, heta niha 200 xortên başûrî ku pirranî ji deverên Hewraman, Helebce, Germiyan, Balakayetî û hinek jî ji Hewlêrê ne, çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bûne û li dijî rêjîma Sûriyê şer dikin. Heta niha 9 xortên başûrî li nav refên komên îslamî li Sûriyê hatine kuştin, hinek ji wan vegeriyane û hinek xort jî bi hêceta ku xwestine herin Sûriyê, hatine girtin.