Roja 26.11.2013 wê Barzanî li Tirkiyê be û li Enqerê ligel Erdogan bicive.
Di vê serdanê de wê girêbesta şandina petrola Kurdistanê di boriya di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de ku li ber xelasbûnê ye, were îmzekirin.
Bi vî awahî wê petrola Kurdistanê bi riya wê boriya neftê di ser Tirkiyê re derbasî cîhanê bibe.
Piştî vegera xwe ya ji Enqerê wê Barzanî biçe Bexdayê û di derbarê wê girêbestê de ligel serokwezîrê Iraqê gotûbêjan bike.
AVESTA KURD
foto: arşîv
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi mebesta îmzekirina girêbestekî di warê petrolê de diçe Tirkiyê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê sibê (26.11.2013) serdana Enqerê bike û bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin bike.
Li gor agahîn Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî di wê serdana xwe de bi awayekî fermî girêbestekî ji bo şandina neftê bi rêya boriya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, ku ber bi xilasbûnê ve diçe, îmze bike û nefta Kurdistanê dê ji Tirkiyê ve derbasî welatên din ên cîhanê bibe.
Nêçîrvan Barzanî dema ji Enqerê vegeriya dê serdana Bexdayê bike û ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive û behsa peymana navbera Herêma Kurdistan û Enqerê bikin.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/251120132#sthash.p2Kk5idO.dpuf